11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bazarcixê ulkuciyan dest bi xespê kir

Kadrî Esen-Bîlal Gezer

Komên ulkucî yên di bin navê “dilxwazên” AFAD’ê de hatine navenda erdhejê Bazarcikê, li navçeyê dest bi xespkirina mexdûrên erdhejê kirin. Ulkuciyan 2 hezar û 350 Euro û 16 zêrên tam ên mexdûra erdhejê Asiye Kuşne xesp kir.

Di 6’ê Sibatê de li navçeya Bazarcik a Mereşê bi pîleyên 7.7 û 7,6 du erdhejên mezin pêk hatin. Ev erdhej li tevahiya bakûrê Kurdistanê hat hîskirin û di serî de li Mereş û Dîlokê li bajarên mîna Riha, Semsûr, Meletî, Amed, Xarpêt û Kîlîsê bû sedemê hilweşandineke mezin. Her wiha erdhejê bandora xwe li bajarên Tirkiyeyê yên mîna Edene û Hatayê jî kir û bi sedan avahî li van her du bajaran jî hilweşiyan. Li herêma erdhejê bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest dan û ji vê zêdetir jî mirov niha di bin kavilên hilweşandî de ne.

Li herêma erdhejê xebatên têrker ên lêgerîn û rizgarkirinê nayên kirin û di asta pêwîst de pêwistiyên gel nayên bersivandin. Ji ber van sedeman li herêmê li dijî hikûmeta AKP-MHP’ê gelek bertek hene. Ji bo şopandina vê rewşê em jî hatin navçeya Bazarcixê ku navenda erdhejê ye. Li navçeyê bi sedan avahî hilweşiyayî ne û tu avahiyeke ku xesar negihiştibê nemaye. Endamên ocaxên ulkuciyan ku di bin navê “dildarên” AFAD’ê de hatine navçeye dest bi şêlandin û xespa mexdûrên erdhejê kirine.

‘Li derve qiyamet pêk dihat’

Li taxa Fatîh a navçeyê welatiya bi nave Asiye Kuşne ku bi tena serê xwe dijî û xesareke mezin gihîştiye mala wê piştî mexdûrbûna erdhejê ji aliyê komeke ulkucî ve cara duyemîn hat mexdûrkirin. Me xwe gihand Kuşne ku mala wê li kolana Avûkat Şevket Ozok a taxa Fatîhê ye û serpêhatiya wê ji devê wê guhdar kir.

Kuşne di destpêka axaftina xwe de qala kêliyên erdhejê kir û wiha got: “Ez bi tena serê xwe dijîm, lê di bînaya me de em çar malbat bûn. Dema ku erdhej pêk hat pê re me avahiya xwe terk kir. Li derve qiyamet pêk dihat. Herkes ber bi cihekê ve direviya. Ez jî hatim avahiya ku dayik û bavê min lê diman geriyam û min ew derxist derve. Piştre em ketin wesayîtan û wisa xwe ji sermayê parast.”

Xwestiye ji kesî re nebêje

Di berdewamê de Kujne desnîşan kir ku ji aliyê komeke ulkuci ve hatiye xespkirin û der barê mijarê de ev agahî dan: “Pere û zêrên min li malê hebûn, ji bo ku wan bigirim min biryar da ku biçim malê û wan derbixim. Dema ku ez ber bi malê xwe ve diçum di rê de 4 kesên ku êlekên ocaxên ulkuciyan li wan bûn leqayî min hatin û min ji wan pirsî ku biçim mala xwe gelo tiştek bibe yan na. Destpêkê gotin neçe xetere ye. Lê dema ku min mijara pere û zêran vekir û ji wan alîkarî xwest û derbasî mala xwe bûm; ji 4 ulkuciyan yek ji wan jî da pey min û ew jî hat mala min. Dema ku min pere û zêrê xwe derxist ew kes min kişand odeyekê û got ku divê tu li vir pere bidî min. 2 hezar û 350 Euro ji min girt. 16 zêrên tam û çaryekek min jî hebûn. Piştî ku pere ji min girt û got ku divê ez zêran jî bidimê. Min got na ez nadim lê wan jî ji min girt û xwest ku ez ji kesî re nebêjim.”

‘Dildar’ên dizek!

Kuşne, da zanîn ku dema ku bi vê xespa ulkuciyan re rû bi rû maye gelek tirsiyaye û wiha pede çû: “Em di avahiyeke bi xeter de bûn. Tişta ku hatibû serê min ne bes bû ez bi rewşeke din re rû bi rû mam. Dema em derketin derve min jê re got qet nebe beşek pere û zêrê min bide min. Ji min re got li milê xwe yê rastê vegere û bêyî ku li pişt xwe binêrî biçe. Piştre li xwe arqil îm û ji xwe re got min çi kir? Min ji xizmên xwe re bûyerê vegot. Li vir rewş wisa xerab e tevî ku ez çûm cem kesên bi vê mijarê re mijûl dibin jî gotin ku ew ulkucî dildar in, niha çûne û tiştekî ku ew bikin tuneye.”

Polîs nebûne alîkar

Herî dawî Kuşne got ku ji bo gilîkirinê serî li polîsan daye lê jê re nebûne alîkar û ew aresteyî qaymeqamiya Bazarcixê kirine.