21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ber balyozxaneyên Fransayê çalakî hatin lidarxistin

Gelê kurd û dostên xwe bo bibîranîna Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Perwer) û Abdûrrahman Kizil û protestokirina qetlîamê li ber sefaretên Fransayê kom bûn

Bi çalakiyên li ber sefaretaneyên Fransayê yên gelek bajarên Ewropayê hatin kirin, Qetlîama Parîsê ya 2’yemîn ku Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin, protesto kir.

Êrîşa li ser Navenda Çanda yê Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê, bi tevlêbûna Kurdistaniyên li Osloya paytexta Norweçê û dostên wan, li ber Sefaretxaneya Fransayê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Osloyê hatin ba hev, deqeyek rêz gir û bi şûn de çelengek li ber sefaretxaneyê danî.

Bi pişt re, Nûnera NCDK-Osloyê Endam Aso axavtinek kir, got: “Diyar e ku êrîşa dawîn a li Parîsê ji aliyê Enqereyê ve hatiye kirin. Ev ne êrîşeke jirêzê lê siyasî ye. Ev versiyoneke din a sûîkastê ye ku 10 sal berê li dijî 3 hevrêyên me hat kirin û pasîfiya dewleta Fransayê li ber çavan e.“

Parlamenter Seher Aydar ku tev li çalakiyê bû, wiha got: “Di nav 10 salan de du caran li Parîsê êrîş li Kurdan û sazî û nûnerên wan hat kirin. Kurd ku ji ber zext û êrîşên rejîmên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê koçî Ewropayê kiriye. Lê li vir jî ji ber ewlehiya wan nîn e, êrîşên terorî li wan tên kirin. Ji bo ewlehiya xwe divê em li hev û din bibin xwedî. Em li vir wek nûnerê gel soz didin ku em ê bidin ser şopa vê kuştina siyasî û sûcdar û hêzên sûc dane kirin derbixin pêşberê edaletê.“

Di çalakiyê de, li ser navê saziya Antî Tyrann Kollektîvet, Banafsheh Ranjî û Nûnerê Med Kurdistanê Beth Hartmann jî axivîn. Bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Solîdarîtet med Kurdistan“, “Jin jiyan azadî“ û “Tirkiye, bes e ku te Kurd kuştin“ bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Ji bo bibîranîna Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Perwer) û Abdûrrahman Kizil û protestokirina qetlîamê, li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê çalakî hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên xwe ku bi pêşengiya Meclisa Jinan Nûdayê hatin ba hev, piştî rêzgirtinê li ser rêya bajêr a çûyîn û hatina wê herî zêde, dest bi meşê kir. Di çalakiyê de danezan hatin xwendin. Soza têkoşîna li dijî faşîzma dewleta Tirk hat dayîn. Ji bo bibîranîna şehîdan find hatin vêxistin, wêneyên şehîdan hatin hildan. Bêyî navber di meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“, “Şehîd namirin“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin.

BERLÎN

Li Berlîna payteta Elmanyayê, ji bo protestokirinê bi dehan kes û nûnerên saziyan li ber Balyozxaneya Fransayê daxuyanî da çapemeniyê. Kes û kûsên ji qadên siyaset, huner, akademî û medyayê tev li daxuyaniyê bûn. Rojnamevan Hayko Bagdat, Akademîsyen Neşe Ozgen, Nivîskar Meral Şîmşek, Akademîsyen Nevra Akdemîr, Parêzer Lûka Theûne, Hunermend Hozan Aydin, siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp û Hakan Taş, li ser navê Civaka Kurd a Berlîn-Brandenbûrgê Huseyîn Taşan û nûnerê Komîsyona Malbata Şehîdan a Nav-Berlînê Qetlîama Parîsê ya 2’yemîn şermezar kir û daxwaz lêkolînê li ser qetlîamê kir.

 Dewleta tirk êrîşên xwe li Ewropayê jî belav kirine

Di daxuyaniya li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Nav-Berlînê hat dayîn de wiha hat gotin: “Em, li vir in. Lewre êrîşê armanc diyar ji aliyê faşîstekî ve li dijî Navenda Çandê ya Kurd a li Parîsê hat kirin. Sê kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn. Ev, encama êrîşa bi terorî ye. Kiryar, bi erebeyê danîn ber komeleya Kurd a li Parîsê. Li vir gule çend gule berdan mirovan. Bi pişt re gule berdan restoran û dikana berberiyê ya Kurdan. Ev, dubarekirina êrîşa sala 2013’han a li Parîsê ye. 9’ê Çileyê sala 2013’an sê Kurdên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê sîxurekê Tirk ve bi tirsonekî û koneyî hatin kuştin. Rayedarên Fransî, saziyên dewletê û dewleta Fransayê êrîş eşkere nekir. Ji bo berjewendiya xwe bi zanebûn asteng kir. Eger bihiştina lêpirsîna bê kirin, wê serê dewleta Tirk biketa belayê û wê nekariya îro bi DAÎŞ’ê re li qetlîaman dewam bikira, nekariya sûîqestkerên xwe bişanda Ewropayê. Dewleta Fransayê di heman demê de bingehê tîma kujeran ava kir ku ji aliyê servîsa veşarî ya Tirk hat organîzekirin. Fransa, niha navenda mangayên kujerên servîsa veşarî ya Tirk e ku çavdêriya Kurdan û saziyên wan tê kirin û êrîş li wan dibe. Bi êrîşa li Parîsê re Tirkiye û piştgirên wê, bi awayekê Ewropayê jî bixin nav têkoşîna xwe ya li dijî tevgera azadiya Kurdistanê berfereh dike. Çawa ku têkoşîna li dijî Kurdan li Rojava, 19’ê Mijdarê asteke din hatibe zêdekirin û pê re li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sivîl, tiştên pê debara xwe dikin û binesazî hatibin armanckirin, rêxistinbûneke xweser a Kurdan û rêxistineke Kurd jî wisa tên dîtin. Tirkiye, li Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrîş dike. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li dijî DBP û HDP’ê operasyoneke îmhakirina siyasî ya girseyî tê kirin. Dewleta Elman jî tev li kampanya îmha û zexta berpêyî Kurdan dibe. Divê em netirsin û xwe ker nekin. Divê em vê polîtîkaya îmhakirinê teşhîr bikin. Ji bo kirina tiştekî di vî warî de me hewcedarî bi sekineke diyar heye. Tirkiye û şirîkên sûcên wê, mîmarên DAÎŞ’ê ne ku ji ber êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên berpêyî Rojava cardin xwe vesaz kir û xurt bû. Ev hêz in ku Tirkiye çekên leşkerî yên teknolojiya dawîn dide wan, 8 meh in bêyî navber çiyayên azad ên Kurdistanê dide ber bombeyan. Ev hêz in ku bi nekirina dengê xwe, bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî teşwîq dikin. Ev hez in ku nahêlin mafên mirovan ên Ewropayê li Îmraliyê bên bikaranîn, nahêlin parêzer û malbat serdan Abdûllah Ocalan bikin ku ji sala 1999’an ve di girtîgehê de ye û zêdeyê 21 mehan e tecrîdkirî ye. Birêxistinbûn, parastina rewa û jiyana Kurdan tên krîmînalîzekirin û hewila çewisandina berxwedana wan tê dayîn, piştgirî tê dayîn. Ewropa bi dehan sal in bi eşkerehî şirîkatiya qetlîama Kurdan a sîstematîk dike. Em van êrîşên perçeyekê kampanyaya îmhakirina Kurdan e şermezar dikin. Em hevalên xwe dikin ku li Parîsê hatin qetilkirin. Têkoşîna we ji bîr nabe. Em daxwaza eşkerekirina vê êrîşa terorî dikin. Pirsên me yên nehatine bersivandin hene. Bi salan e çavdêriya Komeleya Çandê ya Kurdan tê kirin, çawa çêdibe ku piştî êrîşa kujende polîs û komên xelaskirinê 40 deqe bi şû de tên? Kiryar çima li Parîsê li erebeyekê hat siwarkirin?“ Akademîsyen Neşe Ozgen got ku ew ji dewleta Fransayê dixwazin ku êrîşê wek êrîşeke terorî bibîne û lêpirsîneke bi bandor bike.

Faşizma dewleta tirk ji ku tê ?

Nivîskar Meral Şîmşek îşaret pê kir ku qetlîam ne bi tenê dewleta Tirk re têkildar in û wiha axivî: “Dewletên bihêz piştgiriya qetlîaman dikin. Îfadeyên kujerê Denîz Poyrazê û kujerê qetlîama Fransayê, hev û din digirin. Ev tê wê wateyê ku tiliya dewleta Tirk di qetlîama li dijî Kurdan de heye.“

 Hemû nijadperestên cîhanê li dijî me digihên hev

Akademîsyen Nevra Akdemîr jî wiha got: “Ev êrîş ji ne bi tenê ji bo tunekirina Kurdan ji ser rûyê erdê ye; lê li dijî me hemûyan e, li dijî hemû aştîxwaz û azadîxwazan tên organîzekirin. Hemû nijadperestên cîhanê li dijî me digihîjin hev. Eger em nebin yek wê me biqedînin.“

Li ser navê civaka Berlînê Brandenbûrgê Huseyîn Taşan axivî û Qetlîma 2’emîn ya Parîsê şermezar kir. Parêzer Lukas Theune jî bal kişand ser komkujiya 2013’an û got: “Di sala 2013’an de li Parîsê jî qetlîam pêk hat. Ev ne tesaduf e ku bûyer di nava rojê de pêk hat û li cihekî ku polîs timî lê temaşe dikir pêk hat.“

Siyasetmedar Hakan Taş diyar kir ku Kurd di bin çavdêriya dewletê de hatin qetilkirin û got, dema Kurd hatin qetilkirin nîv saet şûnde polîs hatin, piştî 55 deqeyan ambûlans hat û kesê kujer aniye wir hê jî nehatiye girtin, ev jî dibe sedema pirsan.“

Hunermendê Kurd Hozan Aydin jî diyar kir ku li welatên ku xwe weke demokratîk pênase dikin jî mafê jiyanê ji bo Kurdan nas nakin û got: “Ev pirsgirêka mirovahiyê ye. Ez rêzê nadim sîstemên dewletên ku em kuştine, pêşî wek mirov û paşê jî wek hunermend. Baweriya min nahêle ku ez rêz û hurmetê nîşanî dewletên ku ez kuştin bikim. Ji ber ku sîstemên wan ên dewletê min qetil dike û min dikujin.” Daxuyanî bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

MUNÎH

Qetlîama  Parîsê li bajarê Munîh ê Elmanyayê jî li ber avahiya Konsolxaneyea Fransa hat protestokirin. Di çalakiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin û banga ronîkirina qetlîamê hat kirin.

Di çalakiya ku daxuyaniya TJK-E’yê hat xwendin de, hat gotin: “Heta berpirsyarên rastî yên qetlîmê neyên eşkerekirin, em ê li qadan çalakiyên xwe bidomînin.“

Di dawiyê de banga tevlêbûna çalakiya protestoyî ya roja Înê li ber Konsolosxaneya Tirk were lidarxistin hat kirin. Çalakî bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”,”Sara, Rojbîn, Ronahî“ û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.

STÛTTGART

Li qada Rotebuhl Platzê ya bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, mîtîng hat lidarxistin. Nêzê 700 kes tevlî mîtîngê bûn. Çalakî bi bang û organîzasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) hat lidarxistin.

Meş li ser Eberhard StraBe heta Schloss dewam kir. Di meşê de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî”, “Terorîst Erdogan/Tirkiye”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Tolhildan” hatin berzkirin. Her wiha di çalakiyê de axaftin hatin kirin û tilîlî hatin avêtin. Hunermendên Stûttgart û derdora wê bi pergalên xwe yên muzîkê tevlî çalakiyê bûn. Di dawiya mîtîngê de berhemê Mîr Perwer hat xwendin û çalakî di saet 17.30’an de bi dawî bû.

BRUKSEL

Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Belçîkayê (YJK-Bel) li ber Balyozxaneya Fransa ya li Brukselê, ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê ya 2’emîn çalakiya protestoyî hat lidarxistin.

Gelek Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonalîst tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî”, “Kujer Erdogan”, “Kujer Tirkiye”, “Hevkar Fransa” hatin berzkirin.

DORTMÛND

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Rozerîn û Meclîsa Gel a Dortmûndê ku li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê kar û xebat dimeşînin, ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê ya 2’emîn meş hat lidarxistin.

Di çalakiyê de poster û dovîzên Şehîdên Parîsê hatin hildan û bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Tolhildan” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” hatin berzkirin.

Zêdeyî du hezar kes tevlî çalakiyê bûn. Belavok hatin xwendin û li ber navê girseyê, Hevserokên Meclîsê axivîn.

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên Elman, Komkujiya Parîsê ya 2’emîn protesto kirin. Çalakî ji aliyê Defend Kurdistan ve hat organîzekirin û Navenda Çanda Kurd a Kîel, Antîfa Kîel û Kurdistan Solîdarîst tevlî çalakiyê bûn.

Li ser navê Defend Kurdistanê bi Kurdî û Elmanî axaftin hatin kirin. Hat gotin ku dewleta Tirk a faşîst li pişt Komkujiya Parîsê ne û Fransa li hemberî vê yekê bêdeng e.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Jinên Kurd û NCKD’ê mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di mîtîngê de belavok hatin belavkirin û axaftin hatin kirin. Di axaftinan de Komkujiya Parîsê hat şermezarkirin û ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk şerê xwe yê li dijî Kurdan li Ewropayê jî pêk anî û 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil qetil kir. Dewleta Tirk dîsa 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê komkujiyek pêk anî û Sakîne Canciz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan jî qetil kir. Divê bê lêkolînkirin ku kujer li girtîgehê hatiye perwerdekirin yan ne, divê hêzên li pişt bûyerê bên eşkerekirin.”

 DÛÎSBÛRG

Kurdistanî û dostên wan li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, bi banga Meclîsa Jinan a Asya Yuksel û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dûîsbûrgê, ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê ya 2’emîn û şehîd kirina 11 gerîlayên HPG û YJA Star‘ê bi çekên kîmyewî, çalakî û meşek li dar xistin.

Di çalakiyê de wêne û pankartên Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin hildan. Di çalakiyê faîlên komkujiyê û bêdengiya dewletên neteweyî hat şermezarkirin û banga piştevaniyê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin.

Gelek nûnerên saziyan di çalakiyê de axivîn û qala piştevaniya hevpar a li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst, hat kirin.

FRANKFÛRT

Li dijî Komkujiya Parîsê ya 2’emîn, li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê çalakî hat lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd hat lidarxistin û Koma Jinan a Zora ADHK, Jina Nû û rêxistinên din piştgirî dan çalakiyê.

Kurdistanî û dostên wan ên li Frankfûrt, Hanaû û Offenbachê dijîn, tev li çalakiyê bûn û çalakî li qada Konstablerwacheyê dest pê kir.

Di axaftinên li ser navê Tevgera Jinên Kurd, Meclîsa Civaka Kurd a Frankfûrt, Defend Rojava û komên din hat kirin de, hat gotin ku faîlên Komkujiya Parîsê ya 2’emîn tên zanîn; hat destnîşankirin ku hikûmeta AKP/MHP’ê ya faşîst berpirsyar e û hat diyarkirin ku her du komkujî ji bo qirkirina jinê hatiye kirin û berdewama qirkirina li dijî Kurdan e.

Di çalakiyê de wêneyên şehîdan hatin hildan û dirûşme hatin berzkirin.

Di dawiya mîtîngê de, girse bi berzkirina dirûşmeya “Kujer Erdogan” ber bi qada Haûptwacheyê ve meşiya.

ZURÎH

Ji bo protestokirina komkujiya li Parîsê qewimî, bi sedan Kurdistanî û dostên wan li ber Balyozxaneya Tirk ya li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, hatin ba he û heta ber Balyozxaneya Fransayê bi berzkirina dirûşmeyan, meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî PKK”, “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Erdogan” û “Terorîst Tirkiye” hatin berzkirin. Li ber Balyozxaneya Fransayê jî, bi sirûda “Çerxa Şoreşê” û dirûşmeyan, komkujî hat şermezarkirin.

DARMSTADT

KomkujiyaParîsê ya 2’emîn, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, bi meşeke ku Meclîsa Jinan Rosa û NCKD’ê ya Darmstadtê organîze kir, hat protestokirin. Çalakî li Lûîsenplatzê bi rêzgirtinê dest pê kir û bi xwendina peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) dewam kir. Bi pişt re girseyê dest bi meşê kir û di meşê de ji bo bibîranîna şehîdan find vêxistin. Bi sedan kesên tev li çalakiyê bûn, banga eşkerekirina qetlîaman li dewleta Fransayê kir. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku divê kujer û têkiliyên navneteweyî yên kujer, bên eşkerekirin. Çalakî, bi banga tevlêbûna meşê ku wê 7’ê Çileyê bê lidarxistin û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

KOLN

Li ber Katedrala Dom a li bajare Koln ê Elmanyayê çalakiyek hat lidarxistin. Mîtîng bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyanê hat lidarxistin. Hozan Şemdîn, Sosin, Canê, Diyar, Beser Şahîn, Hekîm Sefkan, Serdar, Azad, Sîpan Xelat, Kewê, Zozan Zûdem, Peyman Arjîn û ji çar aliyên Kurdistanê bi sedan kes tev li mîtîngê bûn.

Enternasyonalîstên Elman, nûnerên MLKP, TKP-ML, Alinterî, Platforma Yekîtiya Karkeran Xwişk û Biratiya Gelan (BÎR-KAR) jî tev li mîtîngê bûn.

Hozan Şemdîn, siyasetmedar Nûrsel Aydogan û Hevseroka Aveg-Kon’ê Serpîl yek bi yek axivîn. Hozan Şemdîn wiha got: “Xwîna me li kolanên Ewropayê bi erdê de diçe. Mirovên me şehîd dibin. Ji ber vê xemgîniyê em li tevahiya Ewropayê li ser pêyan in. Gelê Kurd ku Mezopotamyayê çandeke mezin û dîrokî li Mezopotamyayê afirandiye tim rû bi rûyê qetlîam û înkarê dibe. Lê dîsa têk naçe. Ji ber ku xwedî dîrokeke mezin e. Serok Apo her xwestiye ku pirsgirêkên Kurdan bi rêyên aştiyane çareser bibin. Dewletên Ewropayî durû ne. Dewleta Tirk endamê Konseya Ewropayê û NATO’yê ye. Dixwaze bikeve YE’yê. Lewma ji bo berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re tevdigerin. Hunermend Mîr Perwer ji ber nekarî li Kurdistanê hunera xwe bike, ji neçariyê hat Ewropayê. Ew, 4 salan di girtîgehê de ma. Malbata wî jî pir perîşan e. Evîn Goyî, di şerê li dijî DAÎŞ’ê de birîndar bû û hat. Heval Abdûrrahman jî yekê welatparêz bû. Em bang li hikûmeta Elmanyayê dikin ku Tevgera Azadiyê PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ derbixe. Ev gel ne terorîst e. PKK, rêxistinek e ku ji bo Kurd û Kurdistanê heye.” Piştî axaftina Hozan Şemdîn gel bi hev re sirûda Çerxa Şoreşê got.

Hevseroka Aveg-Kon’ê Serpîl Arslan rexne li daraza Fransî kir û wiha got: “Bûyer, qetlîameke siyasî ye, divê hikûmeta Fransayê jî wisa bibîne.”

Parlamentera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan jî anî ziman ku berxwedana gelê Kurdistanê ya li Parîsê, serhildan e û wiha got: “Serhildana Parîsê bersivek e ku li dijî yên em qetil kirine hatiye dayîn. Kurd bi qetlîaman naçewisin.”

Mîtîng, saet di 19:00’an de qediya. Wêneyên şehîdên Komkjiya Parîsê û alên TEV-DEM, TJK-E, Alinterî, TKP-ML û MLKP’yê di mîtîngê de hatin hildan.

VIYANA

Li Viyanaya paytexta Awûstûryayê, Kurd û dostên wan ji Kalrsplatzê heta ber Sefaretxaneya Fransayê meşiyan. Di meşê de banga tevlêbûna meşa ku wê 7’ê Çileyê li Parîsê bê lidarxistin hat kirin.

 BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê jî Kurdistanî û dostên xwe rabûn ser pêyan. Bi banga Meclîsa Jinan a Ronahiyê li Parka Dîe Weltê mîtîng hat lidarxistin. Ji bo şehîdên Komkujiya Parîsê ya 2’emîn bi deqeyekê rêz hat girtin.

Zeynep Kayra li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahiyê axivî û wiha got: “Kurd baş dizanin ku kiryarên qetlîama li Parîsê kî ne. Di serî de dewleta Fransayê û her kesê ji vê qetlîamê berpirs in, divê daxwaza ji bo edaletê ya Kurdan bi cih bînin.”

Endama TJK-E’yê Sozdar Sîdar jî ev tişt gotin: “Ser qetlîama 2013’an nehata girtin, ev qetlîam nedibû. Heta ku kiryarên her du qetlîaman derbixin holê em ê daxwaza xwe ya edaletê bi berzî bînin ziman û terka qadan nakin.”

Huseyîn Yeter ku li ser navê Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan axivî, got ku ew ê li dijî êrîşên li dijî Kurdan têkoşînê geş bikin.

Piştî axavtinan, gel wêneyên şehîdên Komkujiya Parîsê hildan û bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kir.

Meş, nêzîkê du saetan li navenda Baselê dewam kir. Aktîvîstan, li cihên giring ên bajêr bi Elmanî danezan xwendin. Meş li qada Claramatteyê bi dawî bû.

DUSSELDORF

Qetlîama Parîsê, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Elmanyayê (YJK) li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê, hat protestokirin û her sê şehîd hat bibîranîn.

Girse li îstgeha trenan a navendî ya bajêr hat ba hev. Hevseroka Kon-Med’ê Zubeyde Zumrut axavtinek kir. Bi pişt re heta ber Sefaretxaneya Fransayê meş hat kirin.

TEV-ÇAND’ê di meşê de li tembûr û gîtaran xist. Di meşê de guhdariya stranên Mîr Perwer hat kirin. Bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Sara, Rojbîn, Ronahî, jin, jiyan, azadî“ û “Bijî Serok Apo“ hatin berzkirin. Meş, bi banga tevlêbûyîna çalakiya ku wê 30 Kanûnê li NRW’ê bê lidarxistin, bi dawî bû.

BÎELEFELD

Kurdistaniyên li Bîelefelda Elmanyayê û bajarên der û dorê û dostên wan, bi daxwaza pirsîna hesabê Qetlîama Parîsê ya Duduyan, bi tevlêbûyîna bi sedan kesan mîtîng li dar xist.

Mîtîng, bi tevlêbûyîna Kurd, Tirk û Elmanan li ber Îstgeha Trenan a Navendî ya Bîelefeldê hat lidarxistin.

Di mîtîngê de ji bilî pankartan wêneyên şehîdên her du qetlîaman hatin hildan.

DKTM ya Bîelefeldê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî tev li meşê bûn. Sosin Kartal û Şerzat Şengal ku di mîtîngê de axivîn, banga eşkere kirina qetlîaman kirin. Mîtîng, bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin“ û “Erdoganê terorîst“ bi dawî bû.

GÎESSEN

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê jî çalakî hat lidarxistin. Li ser navê gelê ku li Berlînerplatzê hat ba hev, axavtin hatin kirin û hat destnîşankirin ku wê hesabê qetlîaman bê pirsîn.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Jin jiyan azadî“ û “Erdoganê terorîst“ hatin berzkirin.

 KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn hat protestokirin. Meş li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Kaselê dest pê kir û li Qada Am Stern bi xwendina daxuyaniyekê bi dawî bû.

Kurdistanî û dostên wan ên tev li meşê bûn, bêyî navber dirûşme berz kirin. Di meşê de hewildana provokasyonê ya komek a faşîstên Tirk, bi helwest û nêzîkatiya rêvebirên komeleyê yên meş organîze kirin, hat pûçkirin. Di çalakiyê de peyam hat dayîn ku heta komkujî bê eşkerekirin, wê çalakî bêyî navber dewam bikin.

LÎLLE

Kurdistanî û dostên wan li qada Repûblîqûe ya bajarê Lîllîe yê Fransayê hatin ba hev û bi meş û daxuyaniyê Komkujiya Parîsê ya 2’emîn protesto kirin. Kurdistaniyan pankarta “10 sal piştî 9’ê Çileyê dewleta Tirk dîsa 3 hevalên me li Parîsê qetil kirin, edalet ji bo wan’’ hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî”, “Terorîst Erdogan” berz kirin.

Di meşê de wêneyên Emîne Kara (Evîn Goyî), Hunermend Mîr Perwer (M. Şirîn Aydin) û welatparêz Abdûrrahman Kizil ên ku di komkujiyê de şehîd bûn, hatin hildan. Piştî meşê di daxuyaniya li ser navê Kurdistaniyan hat dayîn de, berpirsyariyên hikûmeta Fransayê hatin bibîrxistin û qala êrîşên nijadperest ên li dijî Kurdistaniyan hat kirin. Di daxuyaniyê de qala ciwanê ji Başûrê Kurdistanê yê ku 24’ê Kanûnê ji ber guhdarkirina muzîka Kurdî kêr lê hatibû xistin, hat kirin û banga têkoşîna li dijî êrîşên faşîst ên li hemberî Kurdan hat kirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi daxuyaniya girseyî, Komkujiya Parîsê ya 2’yemîn hat protestokirin. Daxuyanî bi organîzasyona Meclîsa Jinan a Ronahî Bêrîvan û KCD’ê, li Wessetûrmê hat dayîn û gelek Kurdistanî û dostên wan piştgirî da. Komkujî bi berzkirina dirûşmeyan hat şermezarkirin û banga têkoşînê hat kirin.