1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber vîrûsa İnfluenza dibistan hatin girtin

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber vîrûsa İnfluenza dibistan heta piştî serê salê hatin girtin. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Semîra Hec Elî, diyar kir ku 4 jê xwendekar bi giştî 20 zarokan ji ber vîrûsa İnfluenza jiyana xwe ji dest dane.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vîrûsa bi navê “İnfluenza”peyda bûye û belavî seranserê herêmê bûye. Ji ber vîrûsa İnfluenza li seranerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşdibistan, dibistanên seretayî û navîn heta piştî serê salê hatin girtin. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Semîra Hec Elî, der barê mijarê de ji rojnameya me Xwebûnê re axivî û agahiyên dawîn ên li dibistanên herêmê parve kirin.

Semîra Hec Elî, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vîrûsa influenza peyda bûye û belavbûna wê zêde ye. Semîra Hec Elî, da zanîn ku zarok zêde jê bibandor dibin û ji hev pê dikevin û wiha got: “Li gorî agahiyên ku berpirsyarên tenduristiyê didin vîruseke asayî ye û her sal di vê demê de derdikeve. Bi vê vîrûsê re nexweşiyên zerik û hespayê jî li herêmê hene.” Semîra Hec Elî, agahî da ku li seranserê herêmê 4 jê xwendekar bi giştî 20 zarokan ji ber vîrûsa İnfluenza jiyana xwe ji dest dane.

Destpêkê li Reqayê hatine girtin

Semîra Hec Elî, bi lêv kir ku beriya 15 rojan girtina dibistanan dest pê kiriye û wiha got: “Beriya 15 rojan rewşa nexweşiyê hem di nav civakê de hem jî li dibistanan giran bû. Bêtir zarok ji vê nexweşiyê bibandor dibin. Ji ber vê dibistaneke ku 150 xwendekarên wê hebûna 100 xwendekar nikaribûn bên dibistanê. Weke destpêk herêma Reqayê û Tebqayê biryara girtina dibistanan dan. Komîteyên siyasî, tenduristî û perwerdeyê vê biryarê dan. Li Reqayê 16 zarokan temenê wan dibin 3 salan jiyana xwe ji dest dane. Li Tebqayê jî xwendekarek jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê rewşê ev biryar hatin dayîn.”

20 zarokan jiyana xwe ji dest daye

Di berdewama axaftina xwe de Semîra Hec Elî, diyar kir ku ji ber nexweşî belavî tevahiya herêmê bûye piştî Reqa û Tebqayê li Minbicê jî dibistan hatine girtin û ev av agahî dan: “Li Kobanê jî destpêkê li Sirîn û Eyn Îsayê dibistan hatin girtin. Li Sirînê jî du zarokan jiyana xwe ji dest da. Li herêma Cizîrê jî destpêkê dibistanên ku nexweşî li wan hebûn hatin girtin. Piştî belavbûna nexweşiyê li vê herêmê jî biryar hat dayîn ku dibistan bên girtin. Wê heta 1’ê mehê dibistan li vê herêmê girtî bin. Li bajarê Dirbesiyê jî xwendekarekî jiyana xwe ji dest da. Herî dawî li herêma Firatê jî bi biryara komîteyên siyasî, tenduristî û perwerdeyê dibistan heta 1’ê çileyê hatin girtin.”

Li Şehbayê jî dibistan girtî ne

Semîra Hec Elî, der barê rewşa perwerdeyê ya li Şehbayê de jî agahî dan û got ku li Şehbayê jî nexweşî heye û dibistan li wir jî hatine girtin û ev agahî parve kirin: “Beriya niha ji ber êrîşên Tirkiyeyê û amborgoya Rejîmê jî li Şehbayê dibistan hatibûn girtin. Ji ber ambargoya Rejîmê ne mazot li dibistanan hebû ne jî wesayîtên ku mamosteyan bibin û bînin hebûn. Ligel vê rewşê ji ber vîrûsa İnfluenza jî hefteyekê dema girtina dibistanan hat dirêjkirin.”

Herî dawî Semîra Hec Elî, destnîşan kir ku ji bo parastina zarokan biryara girtina dibistanan dane û wiha got: “Zarokên ku jiyana xwe ji dest dane ne gelek in. Lê em dixwazin berî ku ev hejmara zêde bibe pêşî li nexweşiyê bigirin û zarokan biparêzin.”