spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ber CPT’yê dê bi 3 hezar kesan çalakî bê destpêkirin

Hevseroka KCDK’yê Zubeyde Zumrut, da zanîn ku bi daxwaza pêkhatina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê di navbera 15 û 19’ê nîsanê de li ber CPT’yê dê bi 3 hezaran kesan çalakiya nobetê bidin destpêkirin.

Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ku di 10’ê cotmeha 2023’yan de ji aliyê Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropayê (KCDK-E), saziyên demokratîk ên li Ewropayê, komên enternasyonalîst û kesayetên navdar ên cîhanê ve hat destpêkirin, dewam dike. Di qonaxa yekemîn a kampanyayê de çalakiyên weke meşên dirêj, şandina kartpostalan a ji Ocalan re û xwendina pirtûkan hatin lidarxistin. Her wiha bi beşdariya bi sedhezaran kesan mitînga fînalê hate kirin.

Qonaxa 2’yemîn a kampanyayê ku di 1’ê Adarê de dest pê kir, bi aktîvîte û çalakiyên girseyî dewam dike. Piştî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û Newrozê di 4’ê Nîsanê de ku rojbûna Ocalan e her du daxwaz hatin bilêvkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin dê di navbera 15 û 19’ê nîsanê de li ber Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Ewropayê û Konseya Ewropayê (KE) yên li bajarê Strasbourg a Fransayê bi 3 hezar kesan çalakiya rûniştinê ya 5 rojan were destpêkirin.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut têkildarî nexşe rêyên serdema pêşiya me axivî.

Zumrut a got ku “Çalakî û aktîvîteyên li ser rakirina tecrîda girankirî dê bênavber bidomin” anî ziman ku heta encamê bigirin dê çalakî û aktîvîteyên cuda bidomînin. Zumrutê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema me pêngav da destpêkirin jî me demek nedanî pêş xwe. Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe û polîtîkayên tecrîdê bi dawî bibin dê çalakî û aktîveteyên me bidomin.”

Zumrut bal kişand ser qonaxa duyemîn a kampanyayê û wiha domand: “Di 8’ê Adarê de jinan bi dirûşma azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd vîna xwe nîşan dan. Jinan li qadan got ku ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya min e’. Di Newrozê de gel ji bo rakirina tecrîda girankirî û azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji xwe re esas bigirin daketin qadan.”

Zumrut, bi lêv kir ku gel xwedî li kampanyayê derket û wiha lê zêde kir: “Êdî gelê kurd qebûl nake ku Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de be. Di 8’ê Adarê û Newrozê de li dijî tecrîdê ast hate bilindkirin lê divê ev aste zêdetir were bilindkirin. Armanca me ya hilweşandina dîwarên Îmraliyê heye. Têkoşîna me ya ji niha û pê ve rêxistinkirina azadiya Abdullah Ocalan e. Di qonaxa duyemîn a pêngavê de heke em hêz û rêxistinbûna xwe pêk bînin, em dikarin dîwarên tecrîda Îmraliyê bişikînin.”

Zumrut, da zanîn ku di navbera dîrokên 15 û 19’ê nîsanê de dê li ber CPT’yê bi 3 hezar kesan çalakiya nobetê bidin destpêkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vir em ê bi bîr bînin ku peywîr dikeve li ser milê Konseya Ewropayê. Çalakiya me ya li vir girîng e. Em ê li ber CPT’yê bi 3 hezar kesan çalakiya rûniştinê ya ji bo 5 rojan li dar bixin. Dema ku em vê çalakiyê dikin dê bi Konseya Ewropayê re hin hevdîtin bên kirin. Hin dosyayên me amadekirine dê bên dayîn. Di dema pêşkêşkirina van dosyayan de, em ê bixwazin ku Konseya Ewropayê bêhiqûqiya li Girava Îmraliyê bibîne û çalakiya pêwîst bike. Bi taybetî em dixwazin bêhiqûqiya ku Tirkiye dike demildest bi dawî bibe. Em dixwazin CPT çavên xwe ji pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê re negire û demildest biçe Îmraliyê û raporên bi dest xistine bi raya giştî re parve bikin. Em hewl didin bingeha van hemûyan ava bikin. Di vê wateyê de nobeta 5 rojan a ku em ê pêk bînin di warê peyama ku em ê bidin de pir girîng e.”