7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ber deriyê dadgehê edalet xwestin

Malbatên girtiyên nexweş ji bo girtiyên nexweş bên berdan çalakiya Nobeda Edaletê di roja 87’an de li ber deriyê dadgeha amedê berdewam kirin.

Malbatên girtiyên nexweş, heta niha her roj li Baroya Amedê nobed digirtin û daxuyanî didan. Malbatên ku her hefteyê rojekê li qadek cuda daxuyaniyê didin, piştî Parka Koşuyolu û Girtîgeha Amedê îro li pêş dadgeha Amedê daxuyanî dan. Malbatên ku 87 rojin li edaletê digerin, tevî astengiyên polîsan, dîsa daxûyanî dan û daxwazên xwe yên edaletê anîn ziman. Di çalakiyê de nûnerên HDP, Nûnerên Baroya Amedê, OHD, MED TUHAD-FED, malbat û gelek nasnameyên cuda amade bûn. Polîsan zêdeyî saetekê malbat asteng kirin, lê tevî hemû astengiyên polîsan, malbatan daxuyanî da.

Piştî astengiyên polîsan li ser navê malbatan Încî Guler daxuyanî da û got: “Gelek girtî 30 sal in di girtîgehan de ne. Li gel ku cezayên wan bi dawî bûye jî cezayên wan tên înfaz kirin. Dîsa gelek girtiyên nexweş hene. Lê tevî nexweşiyên xwe nayên berdan. Bila girtiyên nexweş bêne berdan. Ji bo ku cenaze ji girtîgehan dernekevin em li virin. Em çûn Enqereyê lê tu deng ji Enqereyê derneket. Tevî ku soz dan me sozên xwe pêk anîn. Gelek girtiyên edlî bi şertê kontrolê hatin berdan, lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Em naxwazin hêsir ji çavên dayikan bibarin.”

Guler herî dawî got: “Em ê yek bi yek biçin partiyan û em ê girîngiya vê mijarê bi rayedarên partiyan bidin famkirin.”

‘Em ji bo edaletê li vir in’

Ji malbatên girtiyan Rabîa Ada jî anî ziman ku 3 meh in Nobeda Edaletê digirin û wiha got: “Em ji bo edaletê li vir in Em bang li Wezîrê Dadê dikin. Bila edî pirsgirêkê çareser bikin. Em ji bo zarokên xwe di Nobeda Edaletê de ne.”

‘Bila rehm têkeve dilê dewletê’  

Ji malbatên girtiyan Nûray Abay jî daxwazên xwe bi van gotinan anî ziman: “Em aştî û wekhevî dixwazin. Bila ne gerîla ne jî leşker bên kuştin. Bila rehm bikeve dilê dewletê û bila dengê me dayîkan guhdar bikin.”

Girseyê herî dawî dirûşmaya “Bijî berxwedana zindanan’ berz kir û belav bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê