4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya: Bila Amerîka xwe ehmeq neke

Rûsyayê bang li DYA’yê kir ku karekî (ehmeqî) nekin û nehêlin ku têkiliya di navbera wan û Rûsyayê de ber bi aloziyeke mezintir de biçe. Rûsyayê bertekek mezin nîşanî nûçeyên ku dibêjin dibe ku Amerîkayê pergala fûzeyan a THAAD’ê bide Ukraynayê.

Der barê vê mijarê de cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Alexander Pankin wiha got: “Heta niha di hemû hevdîtinên xwe de, em bang li rayedarên amerîkî dikin ku bi zanebûn tevbigerin, ehmeqiyeke wiha nekin û pirsgirêkê aloztir nekin.”

Li gorî hin çavkaniyên dîplomatîk ku Ukraynayê ji DYA’yê xwestiye ku pergala fûzeyan a THAAD’ê li Ukraynayê bicih bikin.

Wekî tê zanîn pergala THAAD’ê wekî ya fûzeyên S-500 ên Rûsyayê û roleke girîng di parastina ezmanî de dike.

Ji aliyekî din ve beriya çend rojan Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba dabû xuyakirin ku heta niha welatên Rojava derdora 1.5 milyar dolar çek pêşkêşî Ukraynayê kirine.

Wekî tê zanîn di destpêka aloziya di navbera Rûsya û Ukraynayê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavruv gotibû ku tu niyeteke wan a şer tuneye û piştgiriya welatên Rojava û Amerîkayê ya ji bo Ukraynayê aloziyê kûr dike.