spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Cemxane ne tîcaretxane ye îbadetxane ye’

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay der barê geşedanên dawî de li navenda giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, bal kişand ser fatûreyên ceyranê, çalakiyên kedkarên tenduristiyê û polîtîkayên AKP’ê û piştgiriya xwe ya gel û kedkarên tenduristiyê anî ziman.

Gunay, anî ziman ku li Bazîd, Gever, Qoser, Cizîr û gelek navçeyan gel li dijî buhabûna fatûrayên ceyranê daket qadan û wiha got: “Gel li Gever, Bazîr, Qoser û gelek cihên din li dijî fatûreyên ceyranê derketin qadan.”

Gunay, bal kişand ser fatûreya ceyranê ku ji cemxaneyê re jî hatiye şandin û wiha axivî: “Cemxane ne tîcaretxane ye. Îbadetxane ye. Lê wekî ku tîcaretxane be bi fatûreyên zêde yên ceyranê re rû bi rû dimîne. Ev zilm e. Civaka elewî bu cudakariyê re rû bi rû dimîne. Em carek din diyar dikin ku li cem saziyên elewiyan in.”

Çalakiya kedkaran rewa ye

Gunay li ser çalakiyên kedkarên tenduristiyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: “Dîsa kedkarên ji ber heqê keda xwe nastînin li ber nexweşxaneyan dest ji kar berdan. Ji bo mafê wan bê parastin û mîsogerkirin, ji bo dawî li tundiyê bê çalakî pêk anîn. Xizmetkarên tenduristiyê bi mehan in daxwazên xwe tînin ziman. Em jî li gel wan bûn. Lê AKP daxwazên xizmetkarên tenduristiyê nabîne. AKP daxwazên xizmetkarên tenduristiyê li ber çavan nagire. Xizmetkarên tenduristiyê dibêjin êdî kêr gihiştiye hestî. Em wekî HDP’ê dê heta dawî li pişt daxwazên xizmetkarên tenduristiyê bin. Em ê li her  qadê li gel wan bin.  Çalakiyên kesên fatûreyên ceyranê şermezar dikin, xizmetkarên tenduristiyê yên ji bo mafê xwe li kolanan in hemû rewa ne û demokratîk in.”

‘Em ê li pişt karkeran bin’

Gunay helwesta AKP’ê ya li dijî karkeran rexne kir û wiha berdewam kir: “Îktîdara ku OHAL’ê wekî lutfa xwedê dibîne, keda karkeran binpê dike. Li aliyekî kedkaran xizan dike, karsazan jî bêtir dewlemend dike. Kedkar ji bo li keda xwe û xwîdana xwe xwedî derkevin li qadan in. Em jî li gel karker û kedkaran cihê xwe digirin û em ê her tim li gel wan bin. Wekî duh me piştgirî da karker û kedkaran em ê îro jî piştgiriyê bidin berxwedana karkeran. Li hemû cihê berxwedan lê hebe em ê wir bin. Li çar aliyan dizî heye.

Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka aborî bi hev ve girêdayî ye

Gunay bal kişand ser nêzîkatiya li dijî kurdan û wiha got: “Neyartiye li hemberî kurdan çiqas zêde dibe rewşa aboriya Tirkiyeyê jî ewqas xirab û zêde dibe. Têkiliya helwesta li hemberî kurdan û rewşa aboriyê bi hev ve girêdayî ye. Rewşa aboriyê li Tirkiyeyê tu carî ewqas xirab nebû. Ji ber ku enflasyon, zam, xizanî û belengazî her ku diçe zêdetir dibe. Ev jî bi politiqayên desthilatdarên Tirkiyeyê ve girêdayîne. Êdî herkes dizane û dibîne ku AKP û MHP vî welatê nikare rêvebibe. Ji ber vê yekê qeyrana aborî roj bi roj kûrtir dibe, xizanî û belangazî girantir dibe.”

Guh bidin dengê kolanan

Gunay herî dawî bal kişand ser çalakiyên gel û wiha bi dawî kir: “Li hemberî vê yekê bertêk û berxwedan jî mezintir dibe. Herî dawî li Bazîdê, Qoserê, Geverê, Erganî, Riha, Îzmir, Antalya û li her deverê Tinrkiyeyê li hemberî vê şêlandinê gelê Tirkiyeyê bertêk nîşan dan. Li kolanan dengê xwe bilindkirin û gotin ku dizî heye hikûmet jî îstifa. Ev daxwaz gelek bi wateye û divê hikûmet vê deng û bangewaziyê bibîne, pêwistiya wî bi cîh bîne. Divê daxwazên gel bibihîze û li gor wî tev bigere. Em dizanin li cihê ku edalet, wekhevî, azadî tûnebe îdareyek demokrat tûneye. Pirsgirêkên vê welatê kurtir dibin. Pirsgirêkên aborî jî mezin dibin. Em cardin bang dikin; guh bidin dengê kolanan, guh bidin dengê gel, daxwaza wan ji bo pêşeroja Tirkiyeyê pêwist e.”