2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Brezîlyayê balafirek ket û 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Brezîlyayê balafireke ku 12 turîst û 2 murettebat tê de bûn ket û 14 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li parêzgeha Amazonas a li bakurê Brezîlyayê balafireke biçûk a bi tîpa Embraer Bandeirante ku 12 turîstên brezîlyayî û 2 murettabat tê de bûn, ket. Waliyê Parezgeha Amazonasê Wîlson Lîma têkildarî qezayê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir û got ku di qezayê de tu rêwî xelas nebûne û her çardeh kesên di balefirê de jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku di dema qezayê de baraneke zêde bariyaye.

Sekretereê Ewlekariyê yê Amazonasê Vinicius Almeida jî wiha got: “Li gorî agahiyên destpêkê yên hatine bidestxistin, ji ber barîna barana zêde balafirê pêşiya xwe nedîtiye û dema dixwest dade Barcelosê ketiye.”