3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê 5 penaber jiyana xwe ji dest dan

Li Wanê otobûsa penaberan qeza kir û di qezayê de 5 penaberan jiyana xwe ji dest da.

Otobusa penaberan ku ji navçeya Artemêtan a Wanê ber bi Dîlokê ve diçû, qeza kir. Di qezayê de 5 penaberan jiyana xwe dest da û 35 penaber jî birîndar bûn. Walîtiya Wanê têkildarî qezayê daxuyanî da û ev agahî dan: “Di şeva 17’ê îlona 2023’yan saet derdora 03.01’an de li herêma Çeşmelî ya navçeya Payîzavayê, otobûsa penaberan a bi awayeke pêbergalî ji Navenda Paşveşandina Penaberan a Kurubaşê ber bi Dîlokê ve diçû, hakîmiyeta dîreksiyonê winda kir. Otobûsê qeza kir û gêr bû newalê.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 7 personelên emniyetê, 2 ajokar û 26 penaber jî birîndar bûne. Hat destnîşankirin ku tedawiya kesên di qezayê de birîndar bûne berdewam dike.