7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê Enstîtiya Kurdî ya Almanyayê Ozmen jiyana xwe ji dest da

Serokê Enstîtiya Kurdî ya Almanyayê Fevzî Ozmen ku tedawiya pençeşêrê didît jiyana xwe ji dest da.

Serokê Enstîtiya Kurdî ya Almanyayê Fevzî Ozmen ku ev demek bû tedawiya pençeşêrê didît, îro di saetên serê sibehê de li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Wê şîna Ozmen li mizgefteke li bajarê Hagenê bên danîn.

Fevzî Ozmen, di sala 1943’yan de li gundê Şorax ê navçeya Çadê ya Erziromê ji dayik bûye. Piştî ku dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Erziromê xwendiye ji bo zanîngehê çûye Stenbolê û li Faqulteya Îktîsadê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn bûye.

Ozmen, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê salên dûr û dirêj di nav derdorên siyasî yên kurd de xebat kiriye. Piştre ji neçarî koçberî Almanya bûye. Li Almanyayê Ozmen serokatiya Enstîtuya Kurdiya Almanyayê dikir û weke endamekê KNK’ê bi awayekî aktif di xebatên siyasî yên kurdan de cih digirt.

Her wiha Ozmen Serokê Rûmetê yê Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK) û endamê PEN’ê bû. Li ser kurdî jî xebatan dimeşand û hem dersên ziman didan hem jî pirtûkên gramere yên kurdî nivîsandiye. Bi navê “Siya Şikestî” romaneke Ozmen jî heye.