8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di teqîna Cadeya Îstîklalê de 6 kes mirin ji 50 zêdetir birîndar hene

Li Cadeya Îstîklalê ya Taksîmê teqînek pêk hat. Waliyê Stenbolê diyar kir ku di teqînê de 6 kes mirine û 56 kes jî birîndar bûne.

Li Cadeya Îstîklalê ya li semta Taksîm a navçeya Beyoglû ya Stenbolê teqînek pêk hat. Nehat zanîn bê ka teqîn ji ber çi çêbûye. Li gorî agahiyan, di encama teqînê de birîndar çêbûne. Piştî teqînê gelek ambulans û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin û xelkê ji cadeyê tehliyê kirin.

Birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Ji walî daxuyanî

Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya di parvekirina xwe ya duyemîn a li ser hesabê xwe yê Twîtterê de derbarê teqînê de agahî da û ragihand ku 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û 38 kes jî birîndar bûne. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku derbarê teqînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û 5 dozger hatine wezîfedarkirin.

 Ji Îmamoglû daxûyanî

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu jî derbarê teqînê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got: “Ji cihên ku dibe sedema tirs û xofê dûr bikevin. Derbarê teqîna li Kolana Îstîklalê de ekîbên me yên polîs û tenduristiyê amade bûn û alîkarîya ekîbên me bikin û ji mewziyên ku dibe sedema tirs û xofê dûr bisekinin.”

Qedexeya weşanê

Piştî teqînê biryara qedexeya weşanê hat dayîn. Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê derbarê qedexeya weşanê de li ser hesabê xwe yê Twitterê ev tişt anî ziman: “Di derbarê teqîna li Stenbolê de qedexeya weşanê hat ragihandin. Divê hemû saziyên me yên medyayê hişyar û baldar bin.”