6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li deriyê gelê xwe bidin

Divê her kesên ku ji bo serkeftina DEM Partî xebatên hilbijartinan dikin tenê bala xwe bidin vê yekê kîjan partî serî li çi xap û hîleyan dide bila bide, hûn serî li gelê xwe bidin mal bi mal li deriyê wan bidin

Tevgera siyasî ya gelê kurd li bakurê Kuridstanê di gelek pêvajoyên zor û zehmet re derbas bû û hê jî gelekî astengî, zor û zehmetî li pêşiya wê hene. Yek ji wan astengî û kelemên ku pêşiya siyasetê li gelê kurd digire ew e ku hemû partî û rêxistinên kurdan wekî rêxistinên marjînal, qedexe û derqanûnî nîşan didin û ji bo wê her demekê tevgera gelê kurd neçar dimîne ku partiya xwe bigire û bi navekî din tevgera xwe ya siyasî berdewam bike.

Her ku kurd ji xwe re partiyekê ava dikin, nav û dengê wê partiyê digihîje astekê desthilatdarî astengî û kelemên mezin datîne pêşberî wê partiyê heta digihîje radeyekê yan dê were girtin an jî navê xwe biguherîne û bi navekî nû dest bi siyasetê bike.

Di vê çarçoveyê de herî dawî HDP’ê anîn wê astê û niha bi navê DEM Partî gelê kurd û derdorên demokrasîxwaz bi vê partiyê dest bi siyasetê kirin. DEM Partî di destpêka avakirina xwe de bi azûmenekê re rû bi rû ye ew jî hilbijartinên 31’ê adara 2024’an e.

DEM Partî bi avakirina xwe re dest bi pêngaveke nû û tecrûbeyeke nû kir ew jî pêşhilbijartin bûn. Ji bo amadekariyên hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê DEM Partiyê pêşhilbijartin pêk anîn û delegeyan hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan hilbijartin.

Ev gav bi giştî bi rengekî erê hate nixandin û pêşwazîkirin. Xelkên ku tev li van hilbijartinan bûn bi coş û kelecaneke wiha tev lê dibûn wekî ku 31’ê adarê be û li ser sindoqên hilbijartinan bin. Lê tevî wiha jî li hin cihan pirsgirêk derketin.

Nakokiya ji ber namzetiya Êlihê

Wekî mînak li Êlihê li ser hevşaredariyê hin nakokî derketin û ew nakokî di nava xelkên wî bajarî de jî bi sînor nema û derbasî ser medyaya dijîtal jî bû.

Sedemê vê pirsgirêk û nakokiyê di serî de hişmendiya mêrparêz û desthilatî ye. Ew kesên ku dibêjin divê di resmiyetê de navê min hebe ew kes tu tiştekî ji pergala hevşaredariyê fêm nekirine yan jî ev pergal li gorî hesabê wan nayê.

Jixwe pergala hevşaredariyê di hilbijartinên sala 2004’an de bi kotaya jinê hate destpêkirin û di hilbijartinên 2014 de êdî ew ne wekî kotayê lê wekî (temsîlyeta wekhev) pêk hat. Hevserokatî û temsilyeta jinê ne wekî şeklî û vetrîn lê di pratîkê de êdî temsîlyeta wekhev e.

Lewre kesên ku ev di hişmendiya xwe de hê nedane qebûlkirin û pejirandin ew dixwazin jinê tenê wekî vetrînekê bi xwe re nîşan bidin lê ew yek nayê qebûlkirin û dûrî armanca avakirina vê pergala hevserokatiyê û temsîlyeta wekhev e.

Ji aliyekî din ve ew kes hevşaredariyê li gorî wateya ku pê hatiye avakirin lê li gorî wateya ku desthilatê dide wê pergalê nêz dibin. Li ba pergala nabe di resmiyetê de herdu hevşaredar temsîl bikin lê di resmiyetê de tenê yek ji wan dikare bibe şaredar. Lewre jî vê resmiyeta dewletê esas digirin û li desthilatiya xwe digerin.

Li deriyê gel bidin

Niha li gorî anketên ku di nava gel de tên çêkirin berbijêrên AKP herî zêde alîkarî û pere bala wan dikişîne, yên CHP’ê jî herî zêde medya dijîtal bala wan dikişîne lê berbijêrên DEM Partî herî zêde lêdana deriyê wan, serdana malên wan bandora xwe dike. Lewre divê her kesên di nava xebata hilbijartinan de cihê xwe digirin bala xwe bidin ser vê yekê di nava van çend hefteyên ku mane hewl bidin derî bi derî bigerin û serdana gelê xwe bikin. Her deriyekî ku em lê bidin wê bibe gaveke din a wêrek ber bi deriyê azadiyê ve.