18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Dê gelê Serocanê rêhevalên xwe hilbijêrin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku gelê Serocanê dê di 31’ê Adarê de rêhevalên xwe hilbijêrin.

Hevserok û nûnerên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li bajarokê Sarocan ê navçeya Depê ya Xarpêtê mîtîngek lidar xist. Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, parlamenter Ayten Kordû û Omer Farûk Hulaku û namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Xarpêtê Hayrettîn Kaya û Songul Cengîz, namzetên hevşaredariya Sarocanê Ayten Alagoz û Îsmaîl Koç, namzetên hevşaredariya Depê Songul Duzgun û Cafer Ogûr amade bûn. Gel Bakirhan û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi dahol û zirneyan pêşwazî kir. Girseyê bi konvoyeke ji sedan wesayîtan pêk dihat li pêşiya buroya hilbijartinê kom bûn û govend gerandin.  Gel gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Qada hevdîtinê bi flamayên DEM Partiyê hatibû xemilandin û Bakirhan bang li gel kir û wiha got: “Hilbijartina 31’ê Adarê di navbera gelê me û tifaqa JÎTEM’ê de tê lidarxistin. Em kurd, elewî, jin in û ciwan in û heke em bixwazin li cihê em lê dijîn debara xwe bikin û kar peyda bikin, divê em dengê xwe bidin DEM Partiyê. Divê em bi rêjeyeke bilindtir bi ser kevin. Em ê wan kesên Seyîd Riza û Şêx Seîdan tune dihesibînin, wan kesên ciwanên me dixin tora tiryakê, em ê vê zîhniyetê di 31’ê Adarê de di sindoqan de têk bibin. Dê xelkê Sarconê rêhevalên xwe hilbijêre. Di 1’ê nîsanê de em ê li rojên demokratîk hişyar bibin.”

Bakirhan û şandeya pê re piştre jî ji bo tev li hevdîtina bi gel re ya navçeya Depê bi rê ketin.