5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ciwanên Efrîqayê azadiya Abdullah Ocalan xwestin

Ciwanên Efrîqaya başûr di çarçoveya pêngava “Ji Abdulla Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” banga azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin.

Di 10’ê cotmeha 2023’an de dostên kurdan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin. Gava duyemîn a pêngavê di destpêka Adarê de dest pê kir. Rêxistina ciwanên sosyalîst Abahlalî baseMjondolo, ku di sala 2004’an de ji bo parastina mafên bi milyonan ên li Efrîkaya başûr di malên bereqeyan de dijîn û 120 hezar endamên wê hene, ava bû. Rêxistina ciwanan civîna xwe ya Giştî li dar xist. Di civînê de beşdaran pêngava azadiya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan silav kirin.

Serokê Rêxistina Ciwanên Sosyalîst Sibû Zikode, têkoşîna gelê Kurd silav kir û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke “Heval Abdullah Ocalan” bi nav kir. Zikode anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza wan e û got: “Çawa ku me ji Mandela re gotibû rêber, îro jî Abdullah Ocalan ji bo me rêberê azadiyê ye.”

Di axaftinan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin. Gava ku di axaftinan de navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas dibû, ciwanan bi yek dengê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Ciwanan ji bo endamên Koordînasyona Komalên Ciwan û Koordînasyona Komelên Jinên Ciwan Sara Hogir Rîha û Bişeng Brûsk ên di sala 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anîn.

Di civînê de li ser navê Komîteya Têkiliyên Derve ya Ciwanan a Ronahî jî axaftinek hat kirin.

Komîteyê banga geşkirina têkoşîna enternasyonalîst kir.

Komîteyê spasiya ciwanên Efrîkaya başûr kir ku piştgirî dan têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.