17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî di çalakiyê de ne

Pênc girtiyên li Girtîgeha Hejmar 3 ya Sîlîvriyê, bi mebesta lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî serî li wezareta dadê dan. 

Girtiyên bi navê Omer Ekîn, Mûrat Bal, Zîver Akdogan û girtiyekê din ku navê wî nehat zanîn li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa L a Sîlîvriyê tên ragirtin, têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên başûtê Kurdistanê, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan.

Girtiyan, serlêdana xwe bi rêya malbatên xwe ragihandin û diyar kirin ku ji bo protestokirina êrîşan, ji 31’ê cotmehê ve ji bo 5 rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Hat zanîn ku girtiyan biryar daye ku di nava vê demê de dernakevin hewadariya girtîgehê jî.