spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirsgirêk ne komar karektera wê ye

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, der barê nîqaşên Komara Tirkiyeyê de diyar kir ku demokratîkkirina komarê yek ji armanc û stratejiya partiya wan e û ev tişt got: “Pirsgirêka me ne bi komarê re bi karektera wê ya yekperest re heye.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, duh di komcivîna partiya xwe de bal kişandibû ser salvegera komarê û ji ber vê balkişandina xwe hedef hatibû nîşandan. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, têkildarî hedefgirtina Bûldan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Gunay, da zanîn ku Bûldan bal kişandiye ser polîtîkayên înkar û tunehesibandinê yên dewletê ku di pêvajoya heta niha de rê li ber birîn û krîzên mezin ên civakî vekiriye û diyar kiriye ku yek ji pirsgirêkên herî mezin ên li pêşiya nedemokratîkbûna komarê jî pirsgirêka kurd e.

Demokratîkkirin komarê

Bi berdewama daxuniya xwe de Gunay ev tişt gotin:

“Hevseroka me ya Giştî di axaftina xwe de got; rêya rizgariya ji krîzên heyî demokratîkkirina komarê ye û ji bo vê jî hewcehî bi avakirina koalîsyonê heye. Her wiha banga demokrasiya lezgîn, edaleta lezgîn kiriye. Avakirina komara demokratîk, yek ji armanc û stratejiyên bingehîn a HDP’ê ye. Sedema hebûna wê ye. HDP ku ji bo demokratîkkirina komarê têkoşîneke mezin dide û ji bo vê bedel dide. Lewma jî îdiaya ku HDP li dijî fikra komarê û modêla wê ye, îdiayeke vala ye. Rexneya bingehîn a HDP’ê, li dijî polîtîkayên cihêkar û yekperest e.

Kampanya bi niyeta xerab

Di nava axaftina hevseroka me de gotineke weke ‘Komar, projeyeke rûxandinê ye’ derbas nebûye. Tevî vê yekê jî hinek derdoran weke ku gotineke wisa hatibe kirin, bi niyeteke xerab kampanya daye destpêkirin. Em baş bi armanc û inyeta van derdoran dizanin. Ev ew kes in ku ji demokratîkbûna komarê, ji banga komara demokratîk a HDP’ê, ji piranîparêzî, aştiya civakî û wekheviya hemwelatiyan ditirsin û yekperestiyê diparêzin.

Fikra HDP’ê

Beşekê muxalefeta siyasî jî bêyî ku bi ser mijarê bigihe, bêyî ku guhdar bikin û lêkolînê bikin, li ser medyaya civakî ketin xefika van derdoran û bûne parçeyeke vê kampanyaya lînçkirinê. Em li vir dibêjin ku gotinên ku hevseroka me ya giştî û partiya me hedef digirin, weke inyeteke baş û nêzikatiyeke jidil nabînin. Divê raya giştî ya demokratîk jî baş bizane ku em ê dev ji nêrîna xwe ya ku divê komar bi demokrasî, edalet û aştiyê bê xurtkirin bernedin û têkoşîna xwe bidomînin.”