17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Heke Fadil Şenyaşar neyê berdan wê li meclisê edaletê bigerin

Ferît Şenyaşar, di çalakiya wan a edaletê de got ku heke di dosyeya cihê karê wan de biryara tehliyeyê yan jî beraetê neyê dayîn wê ji bo edaletê biçin Meclisê.

Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî malbata Şenyaşar kirin û hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li dijî vê komkujiya li ser malbata xwe di 9’ê adara sala 2021’an de dest bi Nobeta Edaletê kirin.

Çalakiya malbatê îro di roja 605’an de berdewam kir. Dayik û kurê xwe ku di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê, li “Quncikê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin. Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar derheqê nobetê de axivî û da zanîn ku wan ji bo dosyaya komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê were vekirin û Fadil Şenyaşar ku 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin were berdan dest bi nobetê kirine û wiha got: “Piştî 4 salan doznameya nexweşxaneyê amade kirin lê dozname ne adilane ye. Em ê li dijî vê li dadgehê gazincên xwe bînin ziman.”

‘Bila daxwazên me qebûl bikin’

Şenyaşar, diyar kir ku duyemîn daxwaza wan ew e ku Fadil Şenyaşar were berdan û ev tişt anî ziman: “Birayê min ev 4 sal in bi awayekî derhiqûqî û bi hiqûqa serdestan di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Hevjîn û 2 kurên dayika min hatin kuştin. Her tişta ku me li dikana xwe kiriye, dikeve ber parastina rewa lê birayê min hê jî girtî ye. Doz, ji hêla usûlê ve li Dadgeha Îstînafê hat xerakirin û ji bo temamkirina kêmaniyên heyî ji 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê re hat şandin. Heke biryara tehliyeyê yan jî beraetê ji dosyayê dernekeve, ez û dayika xwe dê biçin TBMM’ê. Bêyî ku ferq û cudahiyê bêxin navberê, em ê daxwaza hevdîtinê bo her kesê dibêje ez parlamenterê gel im û partiyên siyasî yên edaletparêz bikin. Em ê li gel hemû kesên daxwaza edaletê dikin, bang li meclisê bikin. Tişa behsa xeberê drameke mirovahiyê ye, komkujî ye. Daxwaza me edalet e.”