16 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Stranbêj û muzîkjenê suryan Bakurî jiyana xwe ji dest da

Hunermend stranbêj û muzîkjenê suryan Bakurî di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Hunermend stranbêj û muzîkjenê suryan Bakurî duh di 94 saliya xwe de li bajarokê Enkawe yê girêdayî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê jiyana xwe ji dest da. Kurê Bakurî Dr. Seba Bakurî, der barê mirina bavê xwe de axivî û ev agahî dan: “Bavê min dî şeva 2’ê mijdara 2022’yan de di 94 saliya xwe de li mala xwe ya li bajarokê Enkawe ya Hewlêrê wefat kir û cenazeyê wî dê li goristana Enkawe were veşartin.”

Der barê sedema mirina bavê xwe de jî Bakurî got ku temenê bavê wî mezin bûye û ji bilî temenê mezin şeş meh ên ku tendirustiya wî xirab bûye.

Bakurî navê wî yê temam Andriyus Îsraîl Xemo Yonan e û di 5’ê mijdara 1928’an de li Qişlaq a navçeya Koyê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Malbata wî xelkê parêzgeha Wanê ya bakurê Kurdistanê ye û ji gundê Satîbeg ê Wanê ber bi başûrê Kurdistanê ve koç kiriye. Hunermend Bakurî grûpa muzîkî ya bi navê Bawacî damezrandiye û zêdetir ji 50 stran tomar kirine.

Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi peyamên cuda sersaxî ji malbata Bakurî û hezkiriyên wî re xwestin.