19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî bikarnîna çekên kîmyewî wê bimeşin

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê-Ewropayê di 1’ê mijdarê de wê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên qadên gerîlayan li Den Haagê meş li dar bixin.

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê-Ewropayê (KCDK-E) dê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji hêla dewleta tirk ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên başûrê Kurdistanê, dê di 1’ê mijdarê de li Den Haag a Almanyayê meşeke mezin li dar bixe. Hevserokên KCDK-E’yê têkildarî meşê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Dewleta tirk di nava 6 mehan de li dijî gerîla 2 hezar û 470 caran çekên kîmyewî bi kar anîn. OPCW ku 193 welat endamên wê hene û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ye, xwedî helwestekî wisa ye ku nayê qebûlkirin û tu eleqeya wê bi nirxên mirovahiyê re nîne. Di serî de OPCW, NATO û NY û hemû saziyên navneteweyî xwe li bêdengiyê datînin û ev bêdengî jî rê dide dewleta tirk ku bi awayekî hovane çekên kîmyewî bikar bîne.”

Di daxuyaniyê de banga “di zûtirin demê de peywirên xwe yên însanî, hiqûqî û gerdûnî pêk bîne” li OPCW’ê hat kirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Dê di 1’ê mijdarê saet di 11.00’an de li navnîşana Malieveld Den-Haagê bi tevlîbûnên ji Almanya, Belçîka û Fransayê meşeke mezin wê bê lidarxistin. Banga me li hemû kurdistaniyan û kesên mirovparêz ew e ku tev li vê çalakiyê bibin û seferber bibin.”