6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan dest bi greva birçîbûnê kirin

Jinên li Girtîgeha Bakirkoyê girtî ne Ji bo ku agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê sitandin û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî 3 rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin. 

Jinên li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan girtî ne, ji bo balê bikişînin ser agahî negirtina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çekên kîmyewî ya ku ji aliyê dewleta tirk ve li dijî endamên HPG’ê bikar tîne û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji bo sê rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Jinên li sê qawîşên cuda tên ragirtin bi rêya parêzerên xwe peyamek ji raya giştî re şandin. Jinên girtî destnîşan kirin ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye û wan bi armanca nerazîbûna li dijî bikaranîna çekên kîmyewî biryara greva birçîbûnê girtin e. Jinên girtî diyar kirin ku divê ji bo lêkolînkirina çekên kîmyewî şandeyek serbixwe bê avakirin û biçe li herêmê lêkolîn bike û di vê der barê de banga hestiyariyê li raya giştî kirin.