7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî çekên kîmyewî dê ji Silopiya bimeşin

Partiyên siyasî û saziyên sivîl li dijî bikaranînan çekên dê di 6’ê mijdarê de li Silopiya “Meşa Mirovahiyê” li dar bixin.

Dewleta tirk ji 17’e nîsanê ve bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrîşî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên başûrê Kurdistanê dike. Tirkiyeyê heta niha di van êrîşan de gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Navenda Parastina Gel (NPG) beriya niha der barê bikaranîna çekên kîmywî de daxuyanî dabû gotibû ku 44 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad a Starê (YJA-Star) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Bertekên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî didomin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dê di 6’ê mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî “Meşa Mirovahiyê’ li dar bixin.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Zeyyat Ceylan û hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altûn ji bo beşdarbûna “Meşa Mirovahiyê” bang kirin.

Ji bo lêkolînkirinê destûr nadin 

Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan diyar kir ku bi salan e ji bo çekên kîmyewî yên tên bikaranîn tu lêpirsîn nehatine kirin û got: “HPG’ê gelek caran daxuyanî da ku dewleta Tirkiyeyê li dijî wan çekên kîmyewî bi kar anîne, lê her çi qas ji bo lêkolînkirinê hewldan hebin jî, PDK destûr nade ku lêkolîn bên kirin. Lê herî dawî HPG’ê dîmenê 2 şervanên ku bandor ji çekên kîmyewî girtibûn belav kir û ev yek li her derî gel rakir ser piyan. Hem desthilata AKP-MHP’ê hem jî partiyên muxalîf înkar kirin ku tiştekî wisa tune ye. Lê zanist wan dîmenan piştrast dikin. Şebnem Korûr Fîncanci jî got bila desthilata AKP-MHP’ê û PDK destûra lêkolînkirinê bidin ku zanyar aşkera bikin ku bê ka çekên kîmyewî hatine bikaranîn yan na.”

 Dê dengek xurt derkeve

Ceylan, bal kişand ser “Meşa Mirovahiyê” ku dê di 6’ê mijdarê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bê lidarxistin û ji bo beşdarbûnê ev bang kir: “Em wekî HDP’ê li dijî şer û mirinê ne. Lê heke şer hebe jî exlaqekî şer heye. Em ji bo ku balê bikişînin li ser bikaranîna çekên kîmyewî û şer bidin sekinandin, em ê di 6’ê mehê de li Silopiyayê meşê li dar bixin. Ji bo tevlîbûna çalakiyê em bang li gel û aştîxwazan dikin ku di 6’ê mehê de biherikin Silopiyayê û dengê xwe yê li dijî şer û kîmyasalê bilind bikin. Em jî di wê baweriyê de ne ku dê ew roj li Silopiyayê dengekî xurt derkeve û bandorê li pêvajoyê bike.”

‘Divê kurd di nava hewldanan be’

 Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn jî bal kişand ser peymanên navneteweyî ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kirine û wiha got: “Di peymanan de jî hatiye diyarkirin ku tu dewlet nikare çekên kîmyewî bi kar bîne, lê çend roj berê bi dîmenan de jî derket holê ku li başûrê Kurdistanê li dijî gerîla çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Ji ber wê divê raya giştî ya cîhanê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî deng derxe. Ji bo dewletên navneteweyî dengê xwe derxin jî, di serî de divê gelê kurd di nava hewldanan de be.”

‘Armanca çalakiyê li dijî şer û çekên kîmyewî ye’

Altûn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê di 6’ê mehê de li Silopiyayê bikaranîna çekên kîmyewî şermezar bikin û got: “Armanca çalakiyê têkoşîna li dijî şer û çekên kîmyewî ye. Ji bo tevlîbûna çalakiyê banga me ji bo hemû gelê kurd e ku îro roja yekitiyê ye û bila werin em bi hev re li dijî şer û çekên kîmyewî têbikoşin.”