12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li dijî HDK û HDP’ê operasyonên sîstematîk hene’

Hevserokê HDP'ê yê Tekîrdagê Cahît Dîrek diyar kir ku li Tekîrdagê operasyonên li dijî HDP'ê û HDK'ê bi awayekî sîstematîk pêk tên û herî kêm 100 endam û rêveberên wan girtî ne û ew ê li dijî zextan paşve gavan neavêjin.

Endam û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Tekîrdagê bi lêpirsînên ku bûne awayek sîstematîk tên girtin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê de 38 kesên endam û rêveberên HDK û HDP’ê di 3’yê hezîrana 2022’yan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin. Ji 38 kesên ku 8 rojan di binçavan de mabûn 29 kes hatin girtin û 9 kes jî hatibûn berdan. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Tekîrdagê ku her meh girtina girtiyan nirxand di 19’ê kanûna 2022’yan de derbarê 11 kesan de, di 19’ê çileya 2023’yan de jî derbarê 7 kesan de biryara berdanê da. Di 13’ê adarê de bi berdana 11 kesên din kes ji dosyeya navborî girtî nema. Di danişîna ewil a dozê ya di 20’ê hezîranê de hat lidarxistin de şert û mercên kontrola edlî ya 38 kesan hatin rakirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke din a ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ve tê meşandin de, di 23’yê gulanê de li gelek bajaran di serdegirtina malan de 24 endamên HDK’ê hatibûn binçavkirin û ji wan 21 kes hatibûn girtin. Herî dawî di 14’ê hezîranê de endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk jî di nav de 5 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn binçavkirin û paşê hatin girtin.

Nêzî 100 kesî di girtîgehê de ne

Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Tekîrdagê Cahît Dîrek der barê mijarê de diyar kir ku di nava 2 salên dawî de herî kêm 100 kes ji ber xebatên siyasî yên di operasyonên li Tekîrdagê zêde bûne de hatine girtin û di dema binçavkirin û girtinê de jî li dijî siyasetmedaran muameleya xerab hatiye kirin. Dîrek anî ziman ku ev girtin veguheriye zilmê û Seyîthan Kirmizî yê ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de namzetê Partiya Çepên Kesk bû bi îşkenceyê re rûbirû maye.

‘Êrîş me bi hêztir dikin’

Dîrek da zanîn ku ku armanca van operasyonan qelskirina HDP’ê ye û wiha got: “Her çend êriş û girtina hevalên me zêde bibe jî HDP ewqasî bi hêz dibe. Gel piştgiriyê dide têkoşîna partiya xwe. Rast e me di vê hilbijartinê de nekarî wekîlekî bi ser bixînin lê me li bajarê Tekîrdagê dengên xwe zêde kirin. Ji ber vê jî gelek operasyon tên kirin.”

‘Gel xwedî li têkoşîna xwe derdikeve’

Dîrek diyar kir ku dixwazin bi van operasyonan tirsê bixin nava civakê û wiha axivî: “Hewl didin gel bitirsînin, dixwazin gav paşde bidin avêtin. Dixwazin gel bitirse ku heke em biçin mitîngên HDP’ê em ê bên girtin. Dibêjin, ‘Bila kes neçe HDP’ê, HDP bi hêz nebe’. Ne mimkûn e ku ew bigihîjin armancên xwe. Ew nikarin peşiya gel bigirin. Gel piştgiriyê dide têkoşîna me. Ev gel li pey têkoşîn û mafên xwe ne. Ev rastiyek e. Mirov ji rastiyê dûr nakevin. Gelê me rastiya xwe diparêze. Çiqas bi ser gelê me de tên, gelê me ewqasî bi hêz dibe. Hewl didin têkoşîna gelê me ya li vir qels bikin, lê ne pêkan e. Em soz didin gelê xwe ew çiqas bi ser me ve tên bila bên, em ê têkoşîna xwe berfirehtir bikin. Em ê li ber van zextan serî netewînin.”