17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Înfaza cezayê Aysel Tûglûk saleke din jî hat taloqkirin

Înfaza cezayê Aysel Tûglûk ku ji ber nexweşîna demansê hatibû berdan, bi rapora "nikare bi tena serê xwe bijî" ya ATK'ê saleke din jî hat taloqkirin.

Siyasetmedar Aysel Tûglûk di çarçoveya lêpirsîna der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, di 28’ê kanûna 2016’an de bi îdiaya “rêvebirina rêxistinê” hatibû girtin û 10 sal cez alê hatibû birîn. Li Girtîgeha Kocaelî ya Hejmara 1 a Tîpa F’yê nexweşîna demansê li Tûglûk peyde bûbû. Çendî Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora “nikare bi tena serê xwe bijî” dabû Tûglûk jî, nehatibû berda. Lê piştî ku parêzeran serî li Dadgeha Destûra bingehîn dabû, Tûglûk di 27’ê cotmeha 2022’yan de hatibû berdan.

Dozgeriyê di biryara xwe de diyar

Tûglûk, ji bo nexweşîna xw ecareke din sewqî ATK’ê hat kirin. Tûglûk ji bo careke din înfaza cezayê wê bê taloqkirin sewqî ATK’ê hat kirin. ATK’ê car din got “nikare bi tan serê xwe di girtîgehê de bimîne”. Piştî ku rapora ATK’ê gihîşt Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê, dozgeriyê înfaza cezayê Tûglûk saleke din jî taloq kir.

Parêzera Tûglûk, Reyhan Yalçindag anî ziman ku ger piştî teşîxskirinê muwekîla wê bihata berdan û dets bi dermankiriê bihata kirin dê nexweşîna wê ev qasî pêş de neçûna û got: “Lê mixabin piştî ku nexweşîn pir pêş de çûye ATK’ê rapor da. Dermankirina wê hê jî didome.”