3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirşoya ga

Em kurd, dema derdikevin serê çiya, banî û zozanan, hemû pincarên xwarinê ji bo me dewlemendiyeke mezin in. Bav û kalên me li ser xwezayê dibistan nexwendine lê li ser jiyanê pisporên herî baş in ji bo min. Lewma dema em diçin zozana ne hewce ye ku em her tiştî ji bajêr bistînin. Di nava xwezayê de dewlemendiyeke pir mezin heye, heta tu bixwazî, xweza wê dewlemendiya xwe bi te re parve dike.

Mesela min û pincarê jî hinekî dûr û dirêj e. Gava ku ez diçim derinan, bajar be, gund be, çiya û banî bin jî çavê min her tim li der û doran digere, xelk li pêşiya xwe dinêre, li hewayê dinêre, ez li erdê dinêrim.

Havîneke pir germ bû, me nedikarî serê xwe ji bin konê reş derxin û herin derve. (jixwe min qet ne dixwest ez derkevim ber tavê ku sewa reş nebim). Ew roja havînê pir germ bû, min ji xwe re di beroşeke mezin de dewek çêkir, hinek tuzik avête nav, nanê sêlê danî ser çoka xwe ku ez hinekî kêfa hênikbûnê bikim. Diya min ji min re got, rabe here hinek ‘tirşoya ga’ biçine, ez ê wan weke guliyên te vegrim sewa cînaran, dema em vegeriyan bajêr ez ê diyarî wan bikim tevî penêr, run û toraqê.

Min nedikarî ji dayika xwe re bejim; “Ew cînarên te yên ecem toraq, rûn û penêr fêm dikin lê îca tu yê çawa ji wan bidî fêrkirin ku bi tirşoya ga ve ‘omac’ tê çêkirin. Ew dixwaze, ez jî diçim di bin wê kelekela havînê, tav dîsa germahiya xwe diqijirîne bi ser serê me de.

Li hemberî konên me ew tirşo wisa bilind dibe ku meriv di nav de winda dibe, her gava ku min ew diçinîn, du re min di bin siya wan de xwe dirêj dikir, diketim nava xewn û xeyalan.

Xeyalên min ên wan dema jî têr û tijî bûn. Diya min ew tirşo weke keziyan vedigirt, diavête ser werîsên kon, heta ku me bar dikir, ew li wir ziwa dibûn. Du re para her cînareke xwe cuda cuda vediqetand.

Sala beriya vê, diya min xwest wan diyarî bide cînarên xwe ( cînarên pir ecem bûn). Yekî ji diya min pirsî, ka ev gihayê vegirtî çi ye û bi kêrî çi tê? Diya min got; ‘Bu tirşoya ga dir, tevî Qara Nok, Omac şorbesi yapacan?’

Jinikê tiştek ji gotinên diya min fêm nekir, wê li çavên min nihêrî, ez jî navê tirşo bi ‘tirkî’ nizanim. Min jî got; ‘Bu Tirşoya ga, şorba yapacan, yeyecen, Adi Omac dir’…. Me nikarîbû bêjin em bi vî gîhayî ve girara ‘Omac’ çêdikin. Her sal diya min wî gihayî diyarî wan dike, ez nizanim ew wî gîhayî davên ber heywanan an na?

Heyfa wan destê min û keda min ku diçe badilhewa. Ez ji wê girarê pir hez dikim. Mesela tirşoya ga qet xilas nabe. Diya min nizane ev ecem (azerî) tiştekî ji destê me naxwin lê ew dîsa jî her sal para wan vediqetîne û diyarî wan dike, wana jî rojekê qet tiştek diyarî diya min nekirine… Lê girara me pir xweş e.