17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mala Ehmedê Xazo

Mamoste Mahmût

Mala Ehmedê Xazo cînarên me bû. Kurê wî Emîn hevalê min bû. Hem bi temenê wî û hem jî di dibistanê de em her û daîm bi hev re bûn.

Ehmedê Xazo ji xelkê gundê Bakirdê bû. Gundê Bakirdê jî gundek ji gundê  eşîra Pencînaran bû. Lê li wî gundî şer û pevçûn çêdibe mêr tenê kuştin. Ehmedê  Xazo piştî wê kuştinê, ev û birayê wî Evdoyê Xazo ji gundê xwe Bakirdê derdikevin. Evdo mala xwe dibe Kelhoka gundê Şêxê Erbîn’ê . Ehmed jî mala xwe tîne gundê me Berhurkê. Lê Berhurkê Hacî Cemîl heye. Her wekî ku halê hacî Cemîl li gundê Berhurkê yê herî dewlemend e.

Hacî Cemîl milk û erde Berhurkê nezî nîve wî ye vî ye. Ji ber vê yekê jî hem axayê Berhurkê; bi awayekî ji sedem ku em Berhurkî  ‘Meçikî ne û Meçikî jî ji heft bavê Silokan yek e.

Hacî Cemîl jî hem dibe axayê Meçikan yanî yê Berhurkiya û bI awayekî dibe axayê eşîra Silokan nêzî çil gundan e. Û ji heft bavan pêk tê; ’Meçikan, Dînikan, Reşikan, Dermikan, Çelikan, Fetikan, Mala Ebo.’

Wekî hûn jî dizanin yek ji ku axa xwe yan jî ji gundê xwe dihişt diçû gundekî din lê gundî kesê ku hal û wextê wî xweş bû li wî kesî xwedî derdiket û lê dibu xweyî. Evî kesî jî xwe li wî mirovî disipart.

Wekî ku di serî de jî min gotibû Ehmedê Xazo cînare mebû. Lewre rex xaniyê bavê min maleke mezin hebû jê re digotin xaniyê mala axê. Hacî Cemîl gava milkê mala axê kirîbu xaniye axê ji li ser hatibû kirîn. Ev xanî êdî bûbû mala Ehmedê Xazo.

Du jinên Ehmedê Xazo hebûn. Navê yekê Wesîle ya mayî jî Safiya bû. Safiya, ya mezin bû. Xwedî kurek û keçekê bû. Navê kure wê Hesen, keçê Nefiya bû. Wesîle jî du kur û çar keçe wê hebûn. Navê kurekî wê Emîn yek jê jî Tewfîk bû. Emîn hevalê  min bû. Hem bi temenê xwe hem jî di dibistanê de em bi hev re diçûn û dihatin.

Kurê Safiya Hesen gava em hê zarok bûn diçûn dibistanâ sereta zewicî. Ehmedê Xazo daveta wî kir û ew zewicand. Xweha wî Delâl jê re bû berdêlî. Di wâde daveta wî de qîzê gûndê me yên mezin ên xama her şev dihatin malâ Ehmêdê Xazo û heta derengê şevê govend digirtin. Di govendê de gotinê digotin bala min dikişan û ev gotinê van qîz û jinên ciwan hê jî di guhê min de ne:

Del mala Hesen kakil û kuncî

Pişt mala Hesen kakil û kuncî

Min bi çavên xwe dî Hesen zewicî

Min bi çavên xwe dî lawik zewicî.

Simbêla Hesen sarêb narincî

Simbêla lavik sorêb narincî

Del mala kekêm kakil û kuncî

Pişt mala kekem kakil û kuncî

Min bi çavê xwe dî lawik zewicî

Min bi çave xwe dî kekem zewicî

û wiha her tişt vî awayî dimeşiya heta bûk anîn.

Ehmedê Xazo şêniyên mala wî zahf bûn. Ji her du jinên wî sê kur u pênc qîz hebûn. Civata şêniyên mala wî yazdeh mirov bûn. Lê mixabin sedem ku bi koçberî  hatibû gundê me ne xaniyê wî û ne erdê wî hebû. Dora bîst-sih bizinên wî hebûn. Ji xeynî van bîst-sih kevarê meşên hingiv jî mêşên wî hebûn û wekî çend heb mirîşk…  Sedema wê  xizaniya wî Hacî Cemîl  bixwe muxtarê gund bû ji wî Ehmedê  Xazo kirîbû bekçiyê gundê me.

Wezîfeya bekçiyê vî gundî ku heywanekî gundiyan winda bûbûya yan jî yekî amûrekî xwe winda bikira ji Ehmed re bigotana…

Wî jî hewara piştî gundî ji nav erdê xwe îş û şixulê xwe dihatin piştî mexrebê gazî dikir û qîr dida wiha digot:

Hey herey, gelî gundiyan  dengê min tê we hemûyan! Îro çêleka filankesê piştî ku garan hatiye gund nehatiye. Ka kê dîtibe bila xêra dê û bavê xwe ciyê wê  bêje  here binê malê, bona ku derva nemîne û gur wê nexwin.

Yan jî hey heeeey!.. gelî gundiyan dengê min tê we hemûyan, îro filan kes şefeqê kerê xwe daye peşiya xwe û çûye çiya daran lê belê gava çûye medrebê xwe rentiye ku bivirê wî ketiye. Kê bivirê wî dîtibe bîla xêra dê û babê xwe jî me re  bêje, bîla bîvîrê wî bîne bidê yan nexwe welehî dibêje ez ê çêrên zahf pîs bikim, êdî hûn dizanin. Her wiha devam dikir.

Ehmedê Xazo ji bo xizmeta wî ya bekçîtiyê havînê gava gundiyan genimê xwe li ser bênderan hazir dikir serê malê fitreyek yanê qasî duwazde kîlo genim didanê, ji xeynî wê jî yê ku halê wî xweş bû wan fitreyek, dido zekat yanî malê  xwedê jî didanê. Her wiha Ehmedê Xazo debara malê diqedand.

Roj diborîn Ehmedê Xazo edî bi nav salan ve diçû.  Ceda Sêrtê di binê  malên me de diborî. Rojek dora nîvro Ehmedê Xazo pişta wî li milê Sêrtê berê wî ji aliyê rojava ji aliyê Misircê ve hêdî hêdî dimeşe. Kî dizane çi di dilê wî de hebû. Kî zane çi dimejiyê wî de digeriya. Ehmêd  hew dît ku terqîn je hat û  ev ji erdê bilind bû û li ser pozê erebeyekê ket.

Ehmedê Xazo bi lêxistina taksiya re ser û hestiyê bedena wî axlep şikestin. Ew birine nexweşxaneya Sertê lê  belê sedem van sala heja ku bijîşk yanî doktorên hêja tenebûn ew anîne mala wî danîne serbanê wî, banê xaniyê    mala axê.

Ehmedê Xazo ji bo havîna xwe li ser derbas bike li serbanê xwe ji xwe û zarokên xwe re enzêlek çekiribu.

Enzêl be çiloyê darê mazî û bi çiloyê darên berû û bi birdiyên devê çema hatibû çekirin.

Çiloyê korta tevrê çiloye Gîrê Dirê, çiloye newala mezin , çiloyê Golasan, çiloyê çiyayê Hûrik , çiloye avzemê , çiloye puşangê, çiloyê medrebê, çiloyê hezê ji hemû xirbê bazo.  Derî rastî kurxatî ji wê derê Ehmêd çilo çinîbû anîbû û enzêla xwe çekiribû. Serî ji birdiyê çemê strî û birdiyê zîreetê danîbû û ser wê ji merşika ku jina wî Wesîleyê çekiribû rast kiribû.

Ehmedê Xazo piştî ku ji nexweşxaneya Sêrtê anîn, ciye wî ser enzêla wî danîn û ewserî direj kirin. Ehmêd bi hefteyê direj nexweş ma û her gav xwîn vedêreşiya.

Bila Xwedê mala şiferê teqsiye xira bike. Wî çawa ji paş ve Ehmet dabû! Ku nav û devê wî ji hev biribû…

Ehmede Xazo qasî çend hefteyan di nava ciyê xwe de bi nexweşiyeke giran ma. Mixabin di dawiya wê de çû ser dilovaniya xwe. Rehma xwedê li te be xalê Ehmed!

Gundê Berhurkê Xale Ehmed şûştin û bi ol û adete miriyan bi kefen kirin û du wê re ew danîn ser çardarê û zilamên gund ketine bin çandara wî. Ew birine nav tirbên ku miriyên wan lê ne. Ew birine ziyareta wan a ku jê re dibejin Şêx Elî. Ew bi heq kirin, mele terqîna wî xwend. Binê ziyareta Şêx Elî, daristan ji wê de Kanî Sûsê, Kela Reşan, Kanî Biyê, Çemê Strî, Gola Meyrê, Çemkê Elo, Şikefte Xazo , Gola Eyn Erebo, Çirik, Bêndera Mistelim, Avzem , Şikefta Mala yA taxa xwarê ya taxa jorê. Kevirê Bûk û Zava, Gola Bişî, Çiyayê Bakirdê û Banê Noka, Bîra Reşa û Mexera Berhûrkê bila xem û şahidê te bIn. Ku tu li erda wan çûyî ser dilovaniya xwe. Bila rehmâ xwedê li te be Xalê Ehmed.

İro Çiyayê Bakirdê ji xeman reştir dikir. Berî çend salên direj û dûr da ku xalê Ehmêd ji wan çiya hatibû û çareke din neçûbu ser axa bab û kalê xwe wekî çava ku ev çiya û  şikeft ji pêş çavê zarokan xemgîn û reştir xuya dikirin. Çemê ava başûrê di navbeyna milk û erde Berhûrkê û yê Bakirdiya  xuşexuş dikir û diheriki di nevala her du çiyan de…