3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baweriyên gelêrî li Rojava bi mînakên Kobaniyê

Emel Me’mo

Di folklora kurdî de baweriyên gelêrî cihekî girîng girtine, çunkî ev bîr û bawerî xwe digihînin demên kevin ku meriv nizane kengî û çawa derketine?

Baweriyên gelêrî ew ramanên ku civak pê bawer dike anku ew tiştên ku têkiliya xwe bi cîhana derveyîn re û ya ku ji derûniya civakê dertê, heye. Lewre bi vî awayî dibe adetên domdar di wê civakê de.

Bîr û bawerî li gorî civak, gund û bajar awayên wan tên guhertin. Ku sedema hebûna wan jî vedigere gelek aliyan weke aliyê dînî-olî, tenduristî û ji bo cezakirin an jî ji bo dûrxistina xirabiyan.

Ev yek jî ji me re diyar dike ku ev bawerî ne ji valahiyekê hatine bicihkirin di her civakekê de, lewre meriv dikare bibêje ku her yek ji wan armancine wê hene. Ku bi wan civak tê sînorkirin ji ber ku weke zagonekê tê hesibandin û ew dihêle ku hemû endamên wê civakê bi hev re bijîn.

Sînorên lêkolînê: Helbet ji bo ku mirov tesnîfeke baş bide baweriyên ku her civakek pê bawer dike, divê keresteyên gelek herêman berçav bigire.

Ji ber vê jî me xwest li gorî armancên cuda baweriyên gelêrî yên di folklora Rojava de, nemaze bi mînakên herêma Kobaniyê kom û analîz bikin.

Armanca lêkolînê: Lêkolînên girêdayî folklora kurdan gelekî girîng in. Çimkî ta niha di qadên folklorê de kêm xebat tên dîtin bi taybetî li rojavayê Kurdistanê. Ji ber vê jî me xwest bi saya xebateke bi vî rengî ku ew jî girêdayî baweriyên gelêrî yên civaka kurd li rojava derxin pêş perdeyê da ku em sedema bikaranîn û jixweregirtina wan wek pergal ji aliyê civakê ve, nas bikin û bibînin ka heta çi radeyê kurd baweriyên xwe pê dikin?

Folklor çi ye? “Bê guman folklor tarîxa milet a nenivîsandî ye, raborî û xêr û şerê wî gelî di hemû qonaxên jiyana wî de destnîşan dike. Lewre folklor ziman e, nasname ye, dîrok e, neynik e, hebûn e, çand e, gel û welat bixwe ye”.

Folklor kelepûr e, ango her tiştê ku ji cem mirovekî bi devkî derbasî cem mirovekî din dibe û ew mirov jî dîsan wê derbasî cem kesekî dîtir dike.

Wîlyam Tomas nivisiye: Folklor komeleyek ji baweriyan, efsanan, stranên gelêrî, pend û şîretan ne, lê ew folklorê parveyî du beşên bingehîn dike:

1-Teşeya şênberî (Madî): Mîna alavên sazê, kincên gelêrî, wêneyên li ser qimêş,  xweliyan û peykeran.

2-Teşeya nemadî (Ne şênber): Mîna çîrokên gel, efsane, stranên gel, şêweyên cureyên lîstikan û semayan, gotinên pêşiyan, biwêj, pêkenok û hwd.

Mirov dikare bibêje ku folklor mîrata gel e ku ji destpêka jiyana gel heta roja me ya îroj weke gencîneyekê maye, ji bo ku dab û nerîtên wî gelî bi me bide naskirin.

Rojava û bajarên girêdayî wê

Rojavayê Kurdistanê parçeya Kurdistanê ya herî biçûk e, di bin desthilatdariya Sûriyê de ye. Mirov dikare bibêje ku Rojava ji Çiyayên Gewr dest pê dike û heta herêma Efrînê û Çiyayên Kurmênc tê. Lewre gelek bajar û bajarokên vî parçeyî hene ji ew: Amûdê, Cerablus, Cindirês, Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Êndîwar, Ezaz, Girê Spî, Heseke û Kobaniyê ku zêdetir em ê di vê lêkolîna xwe bi mînakên vê herêmê zengîn bikin, ji ber vê jî divê em Kobaniyê jî nas bikin,

Kobanî li rojavayê Kurdistanê û li hember bajarê Pirsûsê ye. Bajarê Kobaniyê nêzî 160 km bakurî rojhilatê Helebê ye û li rojhilatê çemê Firatê cih digire (di navbera wê û çemê Firatê de 30 km heye). Piranî şêniyên Kobaniyê li ser çandiniyê dijîn. Lê di van salên dawiyê de li wir pîşesazî jî bi pêş ket.

Şêniyên Kobaniyê û gundên wê, bi tevahî kurd in. Ji bilî hin pêkhateyên ereb ên ku piştî şerê Sûriyê berê xwe dane wir û li wir niştecih bûn. Em dikarin bibêjin ku berê jî hin malbatên eremen lê hebûn lê hêdî hêdî ji wir ber bi Helebê ve çûn.

Li bakurê Kobaniyê herêma Ûrfayê ye, li başûr bajarokê Sirînê û li başûrê rojhilatê wê bajarê Reqayê ye. Li aliyê rojhilat, bajarokê herî nêzîk Girê Spî ye. Gundên li aliyê rojhilat heta gundê Tilêcbê weke gundên Deşta Pirsûsê tên naskirin. Li başûrê bajêr jî Girê Miştenûr heye.

Baweriyên gelêrî:

Baweriyên gelêrî ew ramanên ku gel der barê cîhana derveyî û cîhana serxwezayê de bi wan bawer dike. Ji hestên mirovên di civakê de derdikevin. Em dikarin bibêjin ku her miletekî baweriyên xwe cuda ne.

Baweriyên gelêrî, ew ramanên ku di nav gelekî yan civakekê de hatiye belavkirin ji berê ve bi mebesta ku weke zagonekê be yan jî ramenekê be ji bo ku ew civak li ser bimeşe û baweriyên xwe pê bike. Helbet baweriyên gelêrî yên civakekê girêdayî wê civakê ne, ku mirov dikare bibêje ev bîr û bawerî ne ji valahiyekê ye ji ber ku her yek ji wan baweriyan ji ber sedemine cuda cuda derketine. Dibe ku ew sedem tendûristî bin an sedemên durxistina belayan an jî ji ber sedemên olî hatine bikaranîn û di nav gel de hîn zindî mane. Bi awayekî dîtir mirov dikare bibêje ku baweriyên gelêrî xwe digihînin demên dêrîn, ev bawerî li hember dinyayê, carinan bûne star, carinan wan li ber qeza û belayan girtiye, carinan bûne derman, carinan bi xêra wan civak bi ser hev sekiniye û pergala mirovan bi ser hev de hatiye. Baweriyên gelêrî, gelek caran bûne parçeyên pergala civakê jî.

Ku wisa be em dikarin taybetmendiyên baweriyên gelêrî wiha rêz bikin:

-Gelekî kevin in, kes nizane ji kengî ve di nav gel de belav bûye.

-Xeyal rolekê tê de dilîze.

-Ji nifşekî derbasî nifşekî dibe.

-Baweriyên her gelekî cuda ne, hin bawerî jî di nav hin gelan de hevbeş in.

-Li gorî hewcedariyê yan jî li gorî pêşketina mirov, lewre em dikarin bibêjin ku hin bawerî hebûn di demên berê de di nav gel de berbelav bûn lê bi domana demê re û bi pêşketina dinyayê re ew bawerî êdî winda bûn û em niha wan nabînin.

Mijarên baweriyên gelêrî: Li ser nezerê, riwek, zarokan, nivişt, mirî, goristan, tirs, girî, aramî, nexweşî, baran û gelek mijarên din yên ku mirov baweriya xwe pê dikin û pê bandor dibin.

Hin baweriyên gelêrî:

Baweriyên ji ber sedemên olî:

  1. Çênabe ku roja çarşemê ser û cilan bişon: Di Kobaniyê de di her malekê de gava em behsa şûştina cil û seriyan dikin, çênabe ku di roja çarşemê de be, ku ev yek jî ji ber ku guneh e, bi kar tînin, ji ber vê jî em dikarin bibêjin ku belkî ev bawerî jî êzîdiyan hatiye girtin, ji ber ku êzîdî di baweriya wan de di roja çarşemê de cilan naşon û jê bêhtir ji ber ku cejna wan di roja çeşemê de ye, ji ber vê jî dibêjin çarşema sor.
  2. Dibêjin di cejna qurbanê de çênabe ku meriv biçe goristanê: Tenê di cejna qurbanê de çênabe sibehê biçin goristanê, ji ber ku dibêjin mirî di vê rojê de diçin hec. Helbet em dikarin bibêjin ku ev bawerî ji bandora dînî îslamê ye ji ber ku di ola îslamê de çûyîna goristanê di cejna qurbanê de guneh e.
  3. Derxistina xwarinê şeva înê: Ew jî dîsa di îslamê de ye, dibêjin ku gereg e her kes xwarinê derxe, ji ber ku mirî di şeva înê de têne mala xwe.
  4. Ji bo nezerê bixûrê şeva înê dişewitînin: Bixur ji bo ku di şeva înê de tê şewitandin ku ew jî ji bo rêlibergirtina nezerê. Li gorî baweriyan ku çav amraza yekem e ji bo nezerê ku ev bawerî ne tenê di nava civaka kurd de em dibînin, lê belê di nav gelek civakan de em rastî tên. Û bi rastî jî mirov gelekî baweriya xwe pê dikin, çûnkî di quranê de hatiye gotin li ser nezerê û bandora xwe li ser mirov. Em ji bîr nekin ku di nava civaka Kobaniyê de bi riya hilandina qurşînan li ser kesê ku hîs dikin ku nezerî bûye, rê li ber digirin.

Baweriyên ji ber sedemên tenduristî:

1.Bûka di çavan de: Ji bo bûkik zû baş bibe, xelk nexweşê xwe dibe ba jineke ku pismamê xwe xwestiye. Ew jinik porê xwe yan pêça xwe di bûkikê dide û dibêje: Ez kor bûm min pismamê xwe xwest, ma tu kor bûyî tu di vir de hatî ?.

2.Kî beqan bikuje palûk di destên wî/wê de tên: Bêhtir ji bo zarokan tê gotin ku beqan nekujin. Ku em dibînin baweriyên gelêrî carinan rê li ber bûyerên nexweş digirin.

3.Dema ku jin zêristanî be: Çênabe jin dema ku zarî bûbe bi tena xwe bimîne ji ber ku dibêjin ku gora dê û zarok ta çil rojî li ser vekirî ye: Ji ber vê jî dibêjin divê ku jin an zarok bi tena serê xwe nemînin heta çil rojî.

  1. Daxkirina zarokan ji bo tirs, girî û nezerê: Gelek caran dema ku zarok digirî an jî dema ku di xew de ditirse wî dibin gel şêxan ji bo ku wî dax bikin.
  2. Ji bo zerikê heft heb sîr û gustîlkekê bi zarokên çilî de dikin: Ji xwe li gorî bijîşkan dema ku zarok dibin bi nezerê ne (bi erebî yereqan), ji ber vê jî dema ku dibînin rûyê zarok zer bûye, heft heb sîr û gustîlkeke zêr bi zarok de dikin.
  3. Ji bo nefesê hinek xwê li ser wan de dişewitînin: Ku ev jî ji bo dûrxistina nefes û nezerê.

Baweriyên gelêrî ji bo dûrxistina qeza û belayan:

  1. Binê piyên zarokan nabe ku maç bikin: Li gorî baweriyên gelêrî, heke mirov binê piyên zarokan maçî bike, zarok nikare di kaş û hevrazan de diyar bikevin, dişemitin.
  2. Lixwekirina kincan berevajî: Çênabe yan jî em dikarin bibêjin dema ku mirovek bê haybûn kincan berevajî li xwe bike, dê axaftin bi xirabî li ser wî mirovî/ê bibe.
  3. 3. Çênabe ku mûçûnka xwe xwediyê malê bidin mêvanên xwe: Ji ber ku dibêjin çi pirsgirêkên wî mêvanî hebin derbasî xwediyê malê dibin.
  4. 4. Dema ku heyv dihat girtin, milet li teneke û defan dixist: Bêtir ev bawerî di demên berê de pê bawer dikirin û ji ber vê jî dema girtina heyvê çêdibû her kesî di mala xwe de li tenekan dixist ku digotin ji bo ku hût heyvê nexwe.
  5. Çêbûna erdhejê: Dema ku erdjeh çêdibû digotin ku erd li ser milê kesekî ye, ji ber vê dema ku erdê radike ser milê din erdhej çêdibe. Ev bawerî jî di demên berê de dihat gotin, ji ber vê jî niha di nav civaka me de tune ye .
  6. Rûniştina mêvanan demeke dirêj: Mêhvanê ku li mala kesekî pir rûdine, ji bo ku zû biçe xwê dikin nav solên wî.
  7. Avêtina avê piştî ku yek diçe: Belkî ev bawerî di nav gelek civakan de heye, dema ku kesek di riyeke dirêj de diçe avê li pey wî diavêjin ji bo ku bi silametî vegere.
  8. Bûk û şikandina caman: Di şeva bûkaniyê de û dema ku dawet bi dawî dibe, berî ku bûk derbasî odeya xwe bibe, peyaleke tijî şekir dişkîne. Dibêjin ji bo ku destpêkek be ji bo jiyaneke xweş û xêr be.
  9. Giriyê zarokan weke nîşana xirabiyê ye: Her çiqas ku zarok perî bin û weke kêfxweşiyekê bidin mirov jî lê giriyê wan weke nîşana xirabiyê di nav civaka me de tê destnîşankirin, ji ber vê jî dibêjin giriyê pir ê zarok serî mirovekî ji wê malê dixwe.
  10. Kund li ser mala kesekî nîşana xirabiyê ye: Di nav gelek civakan kund weke nîşana xirabiyê tê nîşandan, di nav civaka Kobaniyê de jî ev rastiyek e ku divê mirov dema li ser mal an li ser darekê nêzî mal kund bibîne divê keviran biavêje.

Hin baweriyên ku ji ber sedemine din tên bikaranîn:

  1. Nebarîna baranê: Dema ku hişkahî çêdibe û baran nabare û bi mebesta lava û dia ji xweda re ji bo ku baran bibare, zarok şûlikê dikin, ango komek ji zarok bi hev re li malan digerin û weke stran Şûlikê dikin .
  2. Xurandina kefa destan: Di nav civaka Kobaniyê de hin îşaret û nîşan hene, eger ku bibe tê wateya ku dê tiştekî baş bibe. Ji wan jî xurandina kefa dest û birî tê wateya ku dê kesek bê mala wî kesî.
  3. Vekirina deriyan di şeva înê de: Li gorî ku tê gotin di nava miletên Kobaniyê de divê deriyê malê di şeva înê de vekirî be ji ber ku dibêjin ku di şeva înê de mirî tên serdana mal û malbata xwe dikin.
  4. Kosteka zarokan: Dema ku zarî dest bi meşê dike û ji bo ku her tim nekeve ji ber vê dezûyekî bi her du lingên zarok de girê didin û du kes tên wî dezûyî diqetînin û direvin. Ji wan her du kesan yê ku bi ser bikeve, elagek şîranî derdikeve.

Encam:

Di vê xebatê de hêviya me ew bû ku destên me bigihêjin baweriyên ku civaka kurd pê bawer dike ji berê û ta niha, bi taybet li herêma Kobaniyê. Nemaze ku piraniya wan baweriyan di navbera herêmên Rojavayê de hevbeş in. Ji ber vê sedemê me xwest ji Kobaniyê dest pê bikin. Em dikarin bibêjin ku di dawiya vê xebatê de, em gihiştin van encamên li jêr ku ew jî ev in:

  1. Baweriyên gelêrî ne tenê ramanine normal in ku mirov pê bawer dike lê belê ew bi domana demê re bûne weke zagon ku tevahî civak wan ber bi çav dike û li ser riya wan diçe.
  2. Ew bawerî ne ji valahiyekê hatine lê belê ya herî girîng ew e ku ji ber sedmine cihêreng hatine, ew jî ji sedemên olî, tendûristî, dûrxistina belayan û heta cezakirinê ne.
  3. Mirov dikare bibîne ku hin ji wan baweriyan di nava civaka me de niha tune ne. Ku ew jî vedigere pêşketina dinyayê û pêşketina mejiyê mirovan e. Ku ev bi tevahî ji me re pirseke wiha di mejiyê me de derdixe ku gelo ev baweriyên di nav civaka me de hene ew jî dê wisa winda bibin, piştî çend salên din an na?

Di dawiyê de em bi hêvî ne ku ev lêkolîn zinarê destpêkê be ji bo ku lêkolîn hîn bêhtir di vî warî de bê kirin.

Amadekar: Emel Me’mo