18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî qetilkirina Ayda Rustemî nerazîbûn

Endama Kordînasyona Kongra Star Rihan Loqo got ew ê li dijî desthilatdariyê têkoşîna xwe bidomînin û banga piştgiriya serhildana Rojhilat û Îranê li hemû saziyên jinan kir. Doktor Xalid Dawûd jî destnîşan kir ku divê bûyer were lêkolînkirin

Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo û Serokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Doktor Xalid Dawûd derbarê qetilkirina Doktor Ayda Rusmetî ya ku dema birîndarên serhildana li Îranê derman dikirin ji aliyê hêzên rejîmê ve bi îşkenceyê hatibû kuştin de, ji ajansa me re axivîn.

Rihan Loqo destnîşan kir ku li Rojihlatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan têkoşîna mafan tê dayîn, lê desthilatdariya ku xwe li viya ranagire êrîşên xwe zêdetir kirine.  Rihan Loqo anî ziman ku gelên Rojhilat û Îranê êdî zilm û desthilatdariya hişk qebûl nake, ji bo azadiyê berdêlan didin û got: “Yek ji van jî  Ayda Rûstemî  ya ku 16‘ê Kanunê hate kuştin e. Ayda Rustemî birîndarên serhildanê derman dikirin, lewma hat hedefgirtin û ew şehîd xistin. Ayda bi erke xwe yê exlaqî radibû, lê hat hedefgirtin. Her wiha îdîa kirin k udi qezayê de jiyana xwe ji dest daye. Rastiya xwe vedişêrin, lê nikarin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de êrîş şermezar kirin û got ku heta desthiltdarî hebe ew ê li qada bin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Her wiha bang li tevahiya sazî û rêxistinên jinan kir ku bi hev re nirxên xwe biparêzin û piştgiriya serhildanên li Îranê bikin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Doktor Xalid Dawûd jî destnîşan kir ku nêzîkahiya desthilatdariya Îranê ya li hemberî jinan derveyî exlaq û pîvanên mirovahiyê ye. Xalida Dawûd bibîr xist ku hêzên Îranê bi rêbaza îşkenceyê Jîna Emînî ya ku bûye sembola serhildanê kuştine, niha jî bi heman rêbazê Doktor Ayda Rustemî qetil kiriye.

Xalid Dawûd nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Em vê rêbaza qirêj a ku Rejîma Îranê dide meşandin şermezar dikin. Pêwîst e komîteyeke hiqûqî were avakirin û kuştina Ayda Rustemî bê eşkerekirin.”