5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrîşan di nav piştgiriyê de bin

Serok û endamên Partiyên Tifaqa Kurdistanê ku bertek nîşanî operasyona li dijî DBP'ê dan, destnîşan kirin ku sedema êrîşan dijminatiya li dijî kurdan e û ew jî dê li dijî van êrîşan di nav piştgiriyê de bin

Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) da destpêkirin de, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê polîsan bi ser avahiyên DBP’ê de girtin û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di nav de gelek rêveberên partiyê hatin binçavkirin. Piştî serdegirtina avahiyên DBP’ê yên Amedê endam û rêveberên gelek partiyên ku di nav Tifaqa Kurdistanê de ne û sazî û rexistinên Amedê ji bo piştgiriyê li ber avahiya Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê kom bûn. Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan bertek nîşanî serdegirtinên avahiyên DBP’ê û binçavkirina endam û rêveberên wê dan.

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek bi lêv kir ku ew weke KKP serdagirtinên avahiyên DBP’ê şermezar dikin û ev tişt anîn ziman: “Tifaqa AKP’ê û MHP’ê tu qanûnan nas nakin. Ev hefteyeke ku di ser partiyan de digrin û lêgerînan dikin. Çend roj berê jî li Stenbolê polîsekî êrîşî Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu kir. Pişt re li Amedê bi ser 3 partiyan de girtin, di heman wextê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku xwest êrîşa li dijî Ferhat Encu şermezar bike, hat dorpêçkirin û nehiştin ku li ber avahiya xwe ya navçeyê daxuyaniyê bidin. Ev siyaset dijminatiya li dijî gelê kurd e.”

‘Bi êrîşan dixwazin tirsê ferz bikin’

Çîftyurek, diyar kir ku bi serdegirtinan tifaqa AKP’ê û MHP’ê amadekariyên hilbijartinê dike û ew jî dê li dijî van êrîşan di nav piştgiriyê de bin. Çîftyurek, destnîşan kir ku gelê kurd dê di hilbijartinê de hesab ji wan bipirsin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi van êrîşan dixwazin tirsê ava bikin. Lê gelê me ev tirs şikandiye. Em jî bang li gelê xwe û hemû rewşênbîran dikin ku îro zêdetir nêzî hevdu bibin û piştgiriya hev bikin. Em jî weke KKP’ê û Tifaqa Kurdistanê piştgiriya DBP’ê dikin û van êrîşan bi tundî şermezar dikin.”

‘Kurd dê gav bi paş de navêjin’

Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya jî derbarê mijarê de anî ziman ku demeke dirêjê li dijî siyaseta kurd êrîş hene û wiha got: “Bi hezaran endamên partiyên kurd girtî ne, girtina HDP’ê di rojevê de ye. Yanî bi vî awayî dixwazin siyaseta kurd lawaz bikin û di hilbijartinê de serbikevin. Lê bi salan e li dijî siyaseta kurd êrîş berdewam dikin. Heke ev êrîş li dijî siyaseteke din pêk bihata, niha navê wan jî nemabû. Lê kurd dê têkoşîna xwe bidomînin, ev êrîş dê nekaribe siyaseta kurd têk bibe.”

‘Heke kurd bî dibî hedefa êrîşên dewletê’

Bi domdarî Kaya bi lêv kir ku ew jî dê li dijî van êrîşan di nav piştgiriyê de bin û wiha berdewam kir: “Sibê dibe ku li dijî partiyeke din a kurd jî êrîşek pêk were, navên partiyan biguherin jî heke tu kurd bî û hêzeke Kurdistanê bî dibî hedefa êrîşên dewletê. Bi vê hişmendiyê li kijan partiya Kurdistanê êrîş bê kirin, divê weke ku li partiya me hatibe kirin em bertek nîşan bidin. Yanî ew di nav me de cudatiye nabînin, heke em cudatiyê di nav hev de bibînin ji bo me şerm e.”

‘Yên ku biserbikevin em in’

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Zeyyat Ceylan jî tekildarî serdegirtinên avahiyên DBP’ê bal kişand ser êrîşên dewletê yên li dijî siyaseta kurd û got: “Ev êrîş ne ya destpêke ye ne jî ya dawî ye. Desthilata AKP’ê û MHP’ê dema ditengije berê xwe dide siyaseta demokratîk û partî û saziyên Kurdistanî. Wan dev ji zilm û zora xwe bernedaye lê kurdan û siyaseta demokratîk jî dev ji sekna xwe ya birumet û têkoşînê bernedane. Lê yên ku mafdarin dê serbikevin, siyaseta me û partiyên me wê serbikevin. Helbet tekiliya van êrîşan bi pevajoya hilbijartinê ve jî heye, her ku hilbijartin nêz dibe êrîşên wan jî dê zêde bibin lê çi qas êrîşên wan zêde bibin ew qas jî berxwedan û têkoşîna me dê xurttir bibe. Ji ber ku yên ku mafdar in û di azadî û demokrasiyê de israr dikin em in. Teqêz ên ku serbikevin em in.”

‘Banga ji bo gel’

Di dawiya axaftina xwe de Ceylan ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin ev bang li gel kir: “Divê di pêvajoyên wiha de em bêhtir li partî û rexistinên xwe xwedî derkevin ku hezên dixwazin bi binçavkirin û êrîşan encam bigirin nekaribin encam bigirin. Em çiqas bertekên xwe li dijî zilm û zordariyê bilind bikin, zilm dê ev qas qels bibe û nekaribe zilm û zore li gelê me bike. Heta niha bi xwedî derketina gelê xwe em li ser pêyan man, ji niha û şunda jî bi xwedî derketina gelê xwe em dê bikaribin li ser pêyan bimînin.”

MA / Mahmût Altintaş – Eylem Akdag