18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîr Perwer: Rastiya Kurdistanê hesteke mezin di dilê mirov de çêdike

Hunermendê kurd Mîr Perwer ku di êrîşa Parîsê de jiyana xwe ji dest da, beriya salekê ji rojnameya me re axiviye û diyar kiriye ku piştî mirov rastiya kurd û Kurdistanê nas dike di dilê mirov de hesteke mezin çêdibe û bi demê re xwe dide der

Li paytexta Fransa Parîsê, duh di saetên serê sibehê de li dijî Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya û dikanên esnafên kurd ji aliyê kesekî 69 salî ku beriya 12 rojan ji girtîgehê hatiye berdan ve êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Rewşa du birîndaran giran e û li beşa lênêrîna zêde tedawiyên wan tên kirin.

Ji her sê kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan yek jê hunermend kurd Mîr Perwer bû. Perwer, ji navçeya Gimgim a Mûşê ye û ji ber ku cezayê siyasî lê hatiye birîn di sala 2021’an de ji neçarî koçî Ewropayê kiriye. Perwer di 28’ê sibatê de (https://xwebun.org/hunermend-nuneren-canda-xwe-ne/)  ji edîtora rojnameya me Medya Bal re der barê jiyan û xebatên xwe yên hunerê de axiviye û daye zanîn ku ji zarokatiyê ve eleqeya wî ji bo muzîkê hebûye lê ji ber ku baş bi zimanê xwe yê zikmakî nizanibûye nikaribûye hestên xwe baş îfade bike.

Piştî dibistana navîn dest bi stranan kiriye

Perwer, agahî daye ku piştî dibistana navîn biryar daye ku bikeve nav xebatên hunerê û li ser vê birayara xwe dest bi gotina stranan kiriye. Her wiha diyar kiriye ku piştî mirov rastî û rewşa kurd û Kurdistanê nas dike di dilê mirov de hesteke mezin çêdibe û bi demê re xwe dide der û ev tişt dibêje:

“Wê demê me baş ziman nizanibû ji ber ku me di dibistanên tirkan de perwerdehî didît derfeta me tunebû ku em bikevin nav hunera kurdî. Ji bo kesekî/ê ku li Kurdistanê dijî, afirandina hunerê tişteke pir hêsan e. Hûn ê bibêjin çima? Ji ber ku bi hezaran êş û şahiyên erdnîgariya Kurdistanê hene di heman demê de çandeke me ya bi şax û kevnar heye dema mirov li wan binêre û wan ji xwe re bike referans dikare bi hezaran staranan bistire. Hunermedekî/ê ku êş û azarên li Kurdistanê ji xwe re bike derd bivê nevê dibe hildiberîner. Lê tevî van tiştan zehmet e ku hunermedekî/ê kurd li dijî astengkirin û zextên li ser hunera kurdî bikaribe hunera xwe pêşkeşî civakê bike.”

Rêya xwe naskirinê!

Perwer, bi lêv kiriye ku huner ji bo wî riyeke xwe naskirinê ye û têkildarî mijarê ev tişt anîne ziman:

“Kesekî/ê ku ji dil bi hunerê re eleqeder dibe rastiya xwe baştir dibîne, xwe baştir nas dike. Huner lêgerîn û pira ku mirov xwe digihîne heqîqetê ye. Kesekî/ê ku bi hunerê re eleqeder dibe zêdetir xwe nas dike û dikare empatî li pêş bixe. Îro dema ku em dinirxînin dibe ku her hunermend rewşa civaka xwe hîs neke lê her hunermedên ku rastiya kurdewarî di ruhê xwe de bi cih kiribe ev rastiyê jî hîs dike. Kesên ku hunerê dikin hewce ye ku armanca hunera xwe jî bizanibin.  Dema ku mirov bibêje muzîk û huner hewce ye ku mirov zanibe ew muzîk û huner nûnertiya çi dike. Hewce ye tu zanibî tu bi kîjan çand û zimanî hunerê dikî. Hunermendekî/ê ku hunera kurdî dike lazim e ku bizanibe ew nûnertiya kurd û kurdewariyê jî dike. Di vî aliyê de divê bi giraniya hem nûnertiyê hem jî ya berpirsiyariyê tev bigerin. Civak bi rêya hunerê parastina xwebûn, çand, ziman, dîrok û nasnameya xwe jî dike. Heke huner ji her aliyê ve xwe parasti be wê demê ji bo civakekî pir girîng e.”

Tespîta erzankirina qedrê hunerê

Di axaftina xwe de Perwer, rexne li kesên ku qaşo xwe hunermend dihesibînin û çanda xwe nizanin û jê dûr dijîn jî kiriye û gotiye ku ev hunermend tatêla fêrbûna çand û zimanê xwe, bi jiyana rojane re zêdetir eleqeder dibin û ji ber wê jî qedrê hunerê erzan dikin û di berdewamê de wiha dibêje:

“Li ser hunerê hûr nabin hunera rojane ava dikin. Ev jî bi xwe re tunebûna hunerê tîne û bişaftin pêk tê. Dema ku em hilberîna hunerê nekin û wê tune bikin em jî dibin yek ji çerxa bişaftina ku li ser me tê meşandin. Bifikirin ku aşeke çêkirine û dixwazin me bihêrin. Li aliyekî hin kes li ber xwe didin li aliyê din jî hinek jê jî jê re dibin av. Bi vî awayê dixwazin ku em xwe bi xwe tunebikin. Dema berê hunermendekî hunerê bikira rasterast êrîş li ser dihat kirin û li hemberî vê êrîşê berxwedaneke bêhempa jî dihat dayîn. Lê îro êrîşa fizîkî pêk nayê û dewlet dixwaze bi polîtîkayan hunermendan bike bin bandora xwe.

Ji ber ku hunermed jî li ser esasê çanda xwe hunerê nake dikeve ber bayê polîtîkayên hikûmetê û dibe yek ji amûrên van polîtîkayan. Ji bo hunermend nebe amûrê polîtîkayan hewceye xwe perwerde bike û nas bike. Keseke ku xwe nasneke nikare parazvaniya civakekî jî bike. Heke hunermend di îdeaya nûnertiyê de be hewce ye ku xwedî seknekî be. Ev nirxên ku em li ser hunerê dikin bi gelek bedelên giran hatine bidestxistin. Ku em nikaribin vê çandê biparêzin ji aliyê wijdan ve jî kêmasiyên me hene. Divê hunermend xwedî li vê çandê derkevin, ne ku xwe li ser destkeftiyan bidin jiyandin.”

Dewleta tirk dixwaze hunera kurdî têk bibe’

Her wiha Perwer, bal kişandiye ser bêtehemûliya dewleta tirk a ji bo çand û zimanê kurdî û destnîşan kiriye ku dewleta tirk bi êrîş û astengiyan dixwaze hunera kurdî têk bibe û ev tişt gotiye:

“Li cihekî wek kolana Îstîklalê ya Stenbolê ku bi hezaran kes dimeşin û êdî bûye kolaneke kozmopolîtîk, ciwanên kurd jî dixwazin cih bigirin. Tehemula dewletê ji vê re tune ye. Lê hewce ye mirov vî tiştê jî bifikire dewlet çima ewqas bi hêsanî dikare muzîka kurdî asteng bike. Ev jî heye, heke mirov xwedî seknekî xurt be wê demê êrîşên dijmin jî vala derdikevin. Hevalên ku li kolanan cih digirin hewce ye bi hevaltî li hev binêrin ne ku bi hev re bikevin reqabetê. Li bakurê Kurdistanê muzîka kurdî di cafeyan de hatiye asêkirin. Hewce ye ku kesên bi hunerê re eleqeder dibin xwe xurtir bikin.”