18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Navên cangoriyên komkujiya li Parîsê hatin aşkerekirin

Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç bi daxuyaniyekê nasnameyên kesên di êrîşa bi ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê de canê xwe ji dest dan eşkere kirin

Navên her sê welatiyên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin wiha ne: Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Abdullah Kizil e.

Hevserokên KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr û Yuksel Koç bi daxuyaniyekê nasnameyên kesên di êrîşa bi ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsa paytexta Fransayê de canê xwe ji dest dan eşkere kirin.

Hevserokên KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku yên jiyana xwe ji dest dane yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn (Emîne Kara), hunermendê kurd Mîr Perwer û welatiyê bi navê Abdullah Kizil in.

Hevserokan di daxuyaniyê de diyar kir ku kesên hatine qetilkirin Evîn (Emîne Kara) a pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd, ji Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdûllah Kizil in.

Hevserokan bang li hemû kurdan kir ku ji bo protestokirina êrîşa terorî û şermezarkirina xemsariya raya giştî ya Fransayê û cîhanê tev li xwepêşandana mezin bibin. Îro wê saet di 12.00’an de li Place de la Répûblîqûeyê xwepêşandan bê lidarxistin.