4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mafê jiyanê

Ev têkoşîn qesr û serayên Dehaq û Nemrûdên vî zemanî dihejîne. Erê êş û azar zêde dibin lê ji xeynî berxwedanê û hevgirtinê jî tu rêyeke din nîne.

Hefteya borî Hefteya Mafê Mirovan bû. Li temamiya cîhanê sazî û dezgeh bi raporên xwe muhasebeya salekê kirin. Bi rapora aşkera dibe ku sal bi sal xwezî bi par e. Tu welatekî ku mafê mirovan lê nehatiye binpêkirin, nîne. Helbet ji ber ku lêv beriya diranan e, ji bo me jî rewşa li welatê me girîngtir e. Kurdistana ku mêtingeheke navdewletî ye di sala 2022’yan de jî bû qada şer û êrişên dijwar.

Di serî de dagirkeriya tirk, dewleta Îranê, hikûmeta Şamê, hikûmeta Mustafa Kazimî ya Iraqê cure bi cure êrîş li dijî gelê kurd, nirxên vî gelî û Kurdistanê pêk anîn. Helbet ev dagirker hemû jî bi îcazeta pergala serdest ev êrîş pêk anîn. Ji ber ku ev pergala hanê sersebebê bêstatumana kurd û Kurdistanê ye, polîtîkaya qirkirinê destek kir.

Dêhna xwe bidinê li çiyayên Kurdistanê 8 meh in şerekî bêhevseng û bi dijwariya xwe ji şerê li Ukraynayê rûxînertir şerekî heye. Dagirkeriya tirk çekên kîmyewî, taktîk nukleer, termobarîk, gazên bi jehr, bombeyên qazanê yê bi tonan li ser çiya û baniyên Kurdistanê dibarîne.  Ev şer li pêş çavê hemû cîhanê cereyan dike.

Lê li Tirkiyeyê weke ku şer tune be, bêdengî heye. Dengê ku derdikeve jî tê birîn. Rojnamevanên ku rastiya şer vedibêjin tên girtin, jinên ku li dijî şer pêşengî ji çalakiyan re dikin, îşkence li wan tê kirin, wan dixin zîndanan, li zîndanan girtî tên qetilkirin. Li bajarên bakurê Kurdistanê waliyên dagirker bi fermana Qesra Beştepe qad qedexe dikin. Her kî behsa şer bike xayîn tê îlankirin.

Ne bi tenê şer li Tirkiyeyê ye, kî bibêje, debara min nabe, bi xulamtiya ‘hêzên derve’ tê sûcbarkirin û girtin. Xwendekar birçî diçin dibistanan. Xwendakarên li şevîniyan ji ber ku nikarin aîdata xwe bidin, ji şevîniyê tên avêtin. Desthilata faşîst AKP-MHP bûye weke pariyeke kulê û ketiye nav cane civakê. Jê dixwe û dirizîne.  Tekeleke ava kirine. Weke baronên şer, narkotîk û fihuşê Tirkiye kirine çaleke genî.

Desthilata faşîst dixwaze Kurdistanê jî bike gola xwînê. Hemû hêza xwe daye vî şerî. Binketina xwe qebûl nake. Delîlên binketina xwe jî dixwaze tune bike. Eskerên di şer de tên kuştin cendekê wan datîne ser hev û dişewitîne. Ji bo binketina li Zapê kes nepirse, bi ser Rojava ve bombe dibarîne. Dixwaze ku wê Rojava ku DAIŞ têk bir, tune bike. Şefê faşîst dixwaze kurdan hemû qir bike.

Li dijî vê desthilata dev bixwîn kurd jî ji Îmraliyê heta nava sere Zapê, ji kuçe û kolanên Amedê heta Wanê, ji Dersimê heta bi Şirnex û Colemêrgê li ber xwe didin. Kurdên ku bi ilmê Rêber Apo xwe gihandine, dizanin ku li Kurdistanê weke kurdekî girtina nefesê jî bi têkoşîn e. Kurdên ku bi wî ilmî xwe gihandine li her dera dinyayê dilê wan yek e. Li dijî xespkirina maf û jiyana xwe têdikoşin. Ev têkoşîn qesr û serayên Dehaq û Nemrûdên vî zemanî dihejîne. Erê êş û azar zêde dibin lê ji xeynî berxwedanê û hevgirtinê jî tu rêyeke din nîne.