27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Li dijî tecrîdê çi ji me bê em ê bikin’

Yek ji girtiyên ku ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê Hamgîn Karakaş got ku "Ji bo rakirina tecrîdê çi ji destê me bê em ê bikin."

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” duh dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Çalakiya ku wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike, di roja duyemîn de berdewam dike.

Yek ji girtiyê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bolvadîn a Afyonê ketiye greva birçîbûnê ya dorveger Hamgîn Karakaş bi rêya telefonê ji malbata xwe re ev tişt got: “Tecrîd giştî bûye, li hemû zindanan û li nava tevahiya gelê kurd belav bûye. Rêbertî ji bo me xeta sor e. Ji ber vê yekê em jiyana wî meraq dikin. Nêzî 3 sal in parêzer û malbata wî nikarin wî bibînin. Ji bo agahiyê jê werbigirin em bi dorvegerî dikevin greva birçîbûnê. Ji bo rakirina tecrîda li ser gelê xwe çi ji destê me bê em ê bikin. Ez û hevalê min ê bi navê Gokhan ji bo rakirina tecrîdê me dest bi greva birçîbûnê kirine.”