4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bûldan Dayikên Şemiyê ji Yerlîkaya pirs kir

Parlamentera HEDEP’ê ya Wanê Pervîn Bûldan, sînordarkirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya bi 10 kesan, ji Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya pirs kir.

Çalakiya Dayikên Şemiyê ku 5 sal bûn dihat astengkirin, li ser bertekên ku hatin nîşandan çend hefte ne destûr tê dayîn ku çalakî bê lidarxistin. Lê çalakî bi 10 kesan hatiye sînordarkirin û destûr nayê dayîn ku ji bilî 10 kesan kes tev li çalakiyê bibe. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Wanê Pervîn Bûldan, li dijî vê rewşê derket û der barê mijarê de pêşnûmepirs da Serokatiya Meclîsê û xwest Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya der barê mijarê de daxuyanî bide.

Di pêşnûmepirsa xwe de de Bûldan ev pirs ji Yerlîkaya kirin: “Tevî ku mafê civîn û meşan di destûra bingehîn de hatiye mîsogerkirin û tevî biryara AYM’ê jî çima tevlibûna çalakiya Dayikên Şemiyê bi 10 kesan hatiye bisînorkirin, armanca vê û bingeha vê biryarê ya qanûnî çi ye? Gelo heke ez weke kesa 11’emîn tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bibim, tu astengiyên qanûnî li pêşiya min hene?”