2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şaredariya Rihayê 46 milyon TL bûdçeya zêdekirî da Şaredariya Pirsûsê

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê qebûl kir ku 46 milyon û 500 hezar TL li bûdçeya Şaredariya Pirsûsê ya ku di 11 mehan de 137 milyon TL xilas kiriye, zêde bike

Lêçûna texmînî ya sala 2024’an a Şaredariya Pirsûsê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin û daxwaza bûdçeya zêdekirî ya ji bo meha kanûnê, li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê hat nîqaşkirin. Li şûna qeyûm Îbrahîm Guneş, midûrê xizmetên darayî yê şaredariyê tev li civînê bû. Meclisê ji ewil têkildarî daxwaza bûdçeya lêzêdekirî ya Şaredariya Pirsûsê ya ji bo meha kanûna 2023’yan hevdîtin kir. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de, ji bo mehekê daxwaza 46 milyon û 500 hezar TL bûdçeya lêzêdekirî kir.

Hat îdiakirin ku ji vê bûdçeya lêzêdekirî dê milyonek û 500 hezar TL ji bo kirîna amûrên werzîşê, 12 milyon TL ji bo kirînên xizmetê, 33 milyon û 500 hezar TL jî ji bo lêçûnên mitehitiyê bên xerckirin. Hat xwestin ku ji bûdçeya lêzêdekirî 21 milyon û 500 hezar TL ji para Dahatên Bacên Îdarî ya Navendî bê pêşwazîkirin û 20 milyon TL jî ji deynkirina navxweyî (Banka Îllerê) bê pêşwazîkirin. Ev daxwaza li Komîsyona Îhtîsasê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi piraniya dengên endamên meclisê yên AKP-MHP’î hat qebûlkirin. Endamên meclisê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) şerh danîn ser bûdçeyê.

Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ya HEDEP’î Rûken Baran têkildarî daxwaza bûdçeya lêzêdekirî û bûdçeya 2024’an ji Ajansa Mezopotamya re wiha axivî: “Bûdçeya Şaredariya Pirsûsê ya sala 2023’yan 127 milyon TL ye. Ji bo meha kanûnê 46 milyon û 500 hezar TL bûdçeya lêzêdekirî xwestin. Tevî dengên me yên şerhê jî daxwaz ji hêla endamên AKP-MHP’î ve hat qebûlkirin. Şaredariya ku di 11 mehan de 127 milyon TL xerc kiriye dê di mehekê de ji sê parên bûdçeyê yekê jî xerc bike. Me sedema xwestina bûdçeyê jê pirs kir û gotin; ‘em ê ji bo qada çandê bi kar bînin.’”

Temîrkirina banê dibistanê

Bi domdarî Baran got ku midûrê li şûna qeyûm tev li civînê bûbû, îdia kir ku di bin navê “Kirînên xizmetê yên din” de ji bo temîrkirina banê dibistanekê dê 12 milyon TL’an xerc bikin û ev tişt anî ziman: “Temîrkirina banê dibistanê di berpirsyartiya şaredariyê de nîne. Şaredarî çima ji bo çêkirina dibistanê seferberiyê radighîne? Divê MEB vê bike. Çawa 12 hezar TL’an vediqetîne. Ji 10 parên bûdçeyê parek jê ji bo temîrkirina banê dibistanê tê veqetandin. Ev tiştekî bi aqilane nîne.”

Bûdçeya karkeran û çandê

Baran, got ku ji bûdçeya 2024’an 132 milyon û 166 hezar TL ji bo Midûriyeta Karên Paqijiyê hatine veqetandin û wiha pê de çû: “Li gorî navçeyên din, para qeyûm veqetandin pir zêde ye. Dema me sedema vê pirsî jî gotin ku mûçeyê 132 xebatkaran 100 milyon TL digire. Gotin ku dê bi 32 milyon TL’an jî alavên paqijiyê bikirin. Dîsa ev pereye jî pir zêde ye. Mimkin nîne ji bo 132 karkeran 100 milyon TL mûçe were dayîn. Me ji endamên meclisê yên AKP’î pirsî û wan jî got ku ew jî dizanin karkerek 63 hezar TL mûçe wernagirin lê dengê xwe dernexistin.”

Herî dawî jî Baran ev agahî parve kir: “Ji bo Midûriyeta Çand û Xizmetên Civakî 82 milyon û 310 hezar û 557 TL bûdçe hate veqetandin. Şaredariyên din ji bo vê midûriyetê ji milyonek lîre kêmtir xwestin. Şaredariya Hîlwanê ji bo vê midûriyetê 500 hezar TL xwest. Anku daxwaza qeyûm pir zêde ye. Dema me sedema vê pirsî jî bersiv nedan. Bêyî ku projeyeke wan hebe pereyeke wiha xwestine.”