18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî zordestiyê berxwedan

Jiyar Jahan Fard

Zêdetirî 40 salan komên siyasî, xwendekarî, etnîkî, karkerî û civakî ku ji bindestî, xizanî û dabeşbûna çînan bêzar bûne, şoreşek ji bo guhertina rejîmê ava kirin, lê encama şoreşê li dijî îradeya gel bû. Komara Îslamî bi piştevaniya welatên wek Îngiltere û Fransa û welatên din ên rojavayî propagandeyên berfireh ên ku ji bo Xumeynî kirin, hemû komên siyasî yên din ji holê rakirin û hêzeke din a navendî ava kir, vê carê jî li ser bingeha Îslamê. Komên curbicur ên siyasî û civakî yên ku li dijî zilm û zordariyê rabûn, ji destpêkê ve fêm kirin ku tenê veguhestina desthilatdarî û sermayeyê pêk hatiye û hîna jî divê têkoşîna azadiyê bimeşînin. Civaka Kurdistanê ku xwediyê partî û dîroka têkoşîna medenî û siyasî bû û di sîstema nû de bû şahidê jinavbirina hebûna xwe, ji Komara Îslamî re got na û dijminatiya ducarî ya vê rejîmê bi civaka Kurdistanê re heya îro diyar e.

Çalakvanên medenî û siyasî yên netewên din ên erdnîgariya Îranê jî bi awayekî din li hember Komara Îslamî ya Îranê derketin û vê rejîmê jî wek rejîmên dîktator ên din, bi rijandina xwîna girseyên dijberên xwe, tirs û xof û bêdengkirina xelkê dest pê kir û desthilatdariya xwe berdewam kir. Xwînrijandin di salên destpêkê yên Komara Îslamî de bi awayên cuda dihat meşandin. Wek mînak, berdestik û cehşên vê rejîmê di yek kiryara xwe de, sînemaya RIKS(Rex)a Abadanê di dema temaşekirina filmekê de şewitandin û zêdetir ji 420 kes kuştin da ku ew sînemayê bi dijminan ve girêbidin û xelkê ji aloziyê bitirsînin û wan razî bikin ku Komara Îslamî bipejrînin.

Di berdewamiya dijberayetiyê de, di sala 1988’an de rejîmê dest bi kuştina çalakvanên siyasî, nivîskar û rojnamevanan kir ku bi kuştinên rêzî dihatin naskirin û bi hezaran çalakvan hatin qetil û teror kirin.

Kuştina Dr. Abdurahman Qasimlo û kesayetên din jî di berdewamiya afirandina bêhêvîtî, teror û wehşet tevgerên berengar de pêk hat.

Jin komeke din a civakî bû ku dema Komara Îslamî hat ser desthilatê azadiya xwe di metirsiyê de dît, ji bilî tepeseriya çînî, etnîkî, olî, azadiya gotinê û hwd. ji her demê zêdetir hest bi zordariya zayendî û hîcaba îslamî ya mecbûrî kir. Mohr erêkirina sansur û tepisandina jinan bû. Jinên ku ji bo azadiyê şoreş kirin, di rejîma nû de ne tenê mafên xwe bi dest nexistin, lê mafên herî bingehîn ên weke mafê hilbijartina cil û berg jî ji destên wan hatin girtin û êdî neçar bûn ku bindestiyê qebûl bikin an jî dîsa li ber xwe bidin û şer bikin.

Lê bersiva hemû protestoyan yek tişt bû, çewisandin û serkutek dijwartir. Bersiva civakên Kurdistanê li ser tasfiyekirina partiyên din ên siyasî di destpêka şoreşê de bû sedema bombebarankirina bajarê Sinê, girtin û darvekirina çalakvanan. Bersiva nerazîbûna nivîskar û rexnegiran teror û qetilkirin bû û bersiva nerazîbûna jinan a li dijî binpêkirina mafên wan ew bû ku zêdetir jinan paşve bixin nav quncikên malan û wan ji civakê dûr bixin.

Rejîma Komara Îslamî ku rejîma yek ziman, yek ol, yek partî û yek nasname bû; di çavên dijmin de li hemû cudahiyan dinêrî, wan weke dijmin dihesiband û bi her awayî hewl dida wan qels bike.

Rêjîmê bi dizîna samanên xwezayî yên neteweyên kurd, ereb, belûç, gilak û hwd. û veguhestina wan a bo navendê, hemû netewên ne fars feqîr û belengaztir kirin û xema beşeke mezin ji neteweyên cuda bi hewldana hewcedariyên wan ên bingehîn bi cih tîne da ku rê li ber pêşketina rewşenbîrî û siyasî ya wan bigire. Lê van gelan di bûyerên dîrokî de nîşan dane ku her ku zext zêde dibe, potansiyela wan a têkoşînê jî zêdetir dibe. Mînaka wê ya zelal jî têkoşîn û berxwedana civaka Kurdistan û Belûcistanê ya di serhildana du mehan de ye.

Kurdistan û Belûcistan ku xwediyê samanên xwezayî yên pêwîst bo geşbûna aboriya xwe ne, bi sedema dizîna samanên wan gelek hejar bûne û heta rejîmê rê nedaye van civakan ku jêrxana aborî ava bikin û em dizanin ku serhildana van rojan li rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û berdewamiya xwe deyndarê wê ye, serhildan ji aliyê gelê Kurdistanê ve tê organîzekirin. Ev rêxistin di grevên berfireh ên li rojhilatê Kurdistanê û têkoşîna kolanan û berxwedana li hember avakirina komîteyên taxan û ne dûrketina di slogan û rêbazên têkoşînê de tê dîtin. Bi wî awayî ku îro li seranserê erdnîgariya Îranê, bawer bi pêşeng û rêberbûna Kurdistanê di sloganan de xwe dide xuya kirin.

Di heyama çil û sê salên Komara Îslamî de, hejmara çalakvanên destbiserkirî, mehkûmkirî û îdamkirî li Kurdistanê her tim zêdetir bûye û têkoşîn jî her wisa zêdetir bûye. Di van rojan de bi qasî ku têkoşîna li Kurdistanê xurtir e, zextên li vê civakê ji aliyê rejîmê ve jî bi tundî zêdetir tê meşandin. Dîsa rejîm xeletiyek kiriye, wisa difikire ku bi tepeserkirina zêdetir wê vê serhildanê bifetisîne, her ku diçe her mirovek tê kuştin, pêlek nû ya serhildanê di merasîmên hefte/heftim û çile/çilim de çêdibe.

Di vê serhildana du mehan de diyardeya konkrêt a “çiqas zext, têkoşîn û berxwedan zêdetir bibe” tê dîtin. Jinên ku beşa herî bindest a civakê ne, îro pêşenga têkoşîna azadiyê ne û bi dirûşma Jin Jiyan, Azadî û gelên bindest ên vê erdnîgariyê yên weke kurd û belûc ku Xumeynî her yek ji yê din xerabtir bi nav kir, îro bingehên vê rejîmê dilerzînin/dihejînin.