18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aktîvîsta TJA’yê hat binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de duh 15 aktîvîstên TJA’yê hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Zeynep Boga hat binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) duh li 14 bajaran bi ser 57 malan de hatibû girtin. Serdozgeriyê bi îdiaya “rêveberiyê rêxistinê”, “endamtiya rêxistinê”, “propaganda rêxistinê” û “fînansmana ji bo rêxistinê temînkirin” hatiye destpêkirin. Der barê 50 jinan de biryara binçavkirinê heye. Duh 15 jin hatibûn binçavkirin.

Di serdegirtina li Amedê de ji aktîvîstên TJA’yê Zeynep Boga jî hat binçavkirin. Bi Boga re hejmara jinên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin gihîşt 16’an. Tê payîn ku jinên hatine binçavkirin dê bibin Enqereyê.

Kesên hatine binçavkirin 

Di çarçoveya lêpirsînê de li Amedê aktîvîstên TJA’yê Fîgen Ektî, Zeynep Boga, Mekiye Ormanci, Dîdar Çeşme, Zekiye Guler, Bedîa Akkaya, Sûltan Esen, Hatîce Gungor, Meral Şîmşek, Endama Akademiya Jinê Fîgen Aras, li Stenbolê Leyla Denîz, Pinar Ceylan û Yelîz Ayyildiz Kiyak, li Îzmîrê D.A. û li Mûşê Merve Tekîn Demîrel, li Agiriyê jî Hazal Aras hatin binçavkirin.