5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DMME’yê doza Abdullah Ocalan a li Yewnanistanê qebûl kir

Serlêdana doza ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Yewnanistanê kiribû ji aliyê DMME’yê ve hate qebûlkirin.

Li gorî nûçeya Deûtsch Welleyê (DW), serlêdana doza ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe li Yewnanistanê vekiribû ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve hatiye qebûlkirin. Di serlêdanê de hate diyarkirin di pêvajoya komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatibû destpêkirin, tiştên ku Yewnanistanê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye li dijî DMME’yê ye. Di serlêdanê de hate gotin ku ji ber Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin, li ser serlêdana wî ya îltîcaya ji bo Yewnanistanê nehatiye sekinandin, dema ku li Yewnanistanê bûye bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û destûr nehatiye dayîn ku li dadgehên Yewnanistanê ew li mafê xwe bigere, ev hemû tişt li dijî gelek xalên DMME’yê ne.

Di wan deman ku Abdullah Ocalan li Yewnanistanê bû (9’ê Cotmeha 1998’an balefirgeha Atînayê, 29’ê çileyê-2’ê sibata 1999’an Girava Korfûyê, 2-15’ê Sibata 1999’an Sefaretxaneya Yewnanistanê ya li Kenyayê) bi awayekî fîîlî û bêyî zemîneke hiqûqî hatiye girtin û ev jî li dijî xala 5’emîn a derbarê mafê azadî û ewlekarî ya DMME’yê ye.

Ji aliyan nêrîn hat xwestin

Abdullah Ocalan beriya pêvajoya DMME’yê di 4’ê kanûna 2008’an de serî li Dadgeha Îdarî ya Atînayê dabû û diyar kiribû rayedarên Yewnanistanê der barê wî di sala 1999’an de hin biryar dane û ev biryar li dijî vê rêgezê ne, heke kesek du caran ji bo îltîcayê serlêdanê bike, nabe ku ev kes were vegerandin. Vê serlêdana Ocalan di 30’ê çileya 2017’an de ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Atînayê ve hatibû redkirin.

Di biryara Dadgeha Îdarî de hatibû gotin ku “Polîtîkaya hikumeta Yewnanistanê li derveyî kontrola daraza îdarî ye”, “Serdema di navbera 29’ê çileyê û 15’ê Sibatê de ji bo lêkolîna li ser serlêdana îltîcayê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dem tunebû” û “Nabe ku dewlet bibe berpirsê xisara ku xebatkarên îstîxbaratê kirine.”

DMME’yê serlêdana Abdullah Ocalan qebûl kir û ji hikumeta Yewnanistanê û ji parêzerên Abdullah Ocalan fikr xwest. Dadgehê ji hikumeta Yewnanistanê pirsî û got “Gelo sîxurên Yewnanistanê Abdullah Ocalan teslîmî dewleta tirk kirin?” Heta 12 hefteyan divê her du alî fikra xwe ragihînin ji dadgehê re. DMME li ser van fikran wê di doza Abdullah Ocalan a li dijî Yewnanistanê de sala bê dibe ku biryara xwe aşkera bike. Dadgeh dikare di vê pêvajoyê de rûniştinan jî bike.

DMME’yê biryara binpêkirinê da

Abdullah Ocalan berê jî der barê Tirkiyeyê de doz vekiribû. Pêvajoya doza Abdullah Ocalan a li DMME’yê di 16’ê Sibata 1999’an de dema ku ji Kenyayê ew anîbûn Tirkiyeyê hatibû destpêkirin. Parêzeran Ocalan bi sedemên ‘jiyana wî di xetereyê de ye, miameleyeke xerab lê hatiye kirin û ew ê bi awayekî hiqûqî neyê darizandin” serî li daraza Strasboûrgê dabû. Piştî serlêdanê di 2’ê adara 1999’an de Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Miameleya Xerab  a Ewropayê (CPT) bûbû yekemîn heyeta biyanî ku çûbû serdana Îmraliyê. CPT’ê di gulana 1999’an de der barê ‘Ocalan îşkence û miameleyeke xerab nedîtiye’ raporek weşandibû.

DMME’yê serlêdana Abdullah Ocalan piştî rûniştina di 21’ê mijdara 2000’an de ku li Strasboûrgê hate kirin, qebûl kir û di 12’ê adara 2003’an de di biryara xwe ya pêşîn de diyar kiribû Abdullah Ocalan dema li Tirkiyeyê hatiye darizandin xala 6’emîn a der barê darizandina bi edalet, xala 5’emîn a der barê mafê azadî û ewlekariyê û xala 3’emîn a der barê miameleya xerab ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine binpêkirin.

Li DMME’yê doza duyemîn a Abdullah Ocalan (Ocalan-2) di sala 2014’an de bi encam bûbû. Dadgeha Strasboûrgê giliyê li ser esasê xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nirxandibû û diyar kiribû di şertên girtîbûna heta 17’ê mijdara 2009’an ên Abdullah Ocalan de maf hatine binpêkirin. Dadgehê diyar kiribû piştî vê dîrokê di şertên girtîbûnê de tu binpêkirin tuneye û ji bo serlêdanên serdanên girtîgehê jî îddîa kiribû ku ‘binpêkirina mafan tune’. DMME’yê xwe spartibû xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, di serlêdana li ser esasê ‘mafê hêviyê (bêyî îxtîmala berdana bi şert, cezayê girtîgehê yê heta hetayê)’ de biryara binpêkirinê dabû.