4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna Osman Şîban taloqî 2023’yan hat kirin

Danişîna doza Osman Şîban ku li Wanê ji helîkopterê hatibû avêtin, lşi Mersînê hat dîtin.

Osman Şîban di sala 2020’an de li navçeya Şaxê ya Wanê bi xizmê xwe Servet Tûrgût re ji helîkopterê hatibû avêtin. Ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin Tûrgût jiyana xwe ji dest dabû û Şiban jî hê baş bi ser hişê xwe nehatiye. Tevî rewşê jî bi angaşta “endamtiya rêxistinê” dozê li Şiban hat vekirin.

Duyemîn danişîna doza ku li Şiban hatibû vekirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin û Şîban di danişînê de amade bû. Parêzerên wî jî ji bo li Wanê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibin, serî li dadgehê dabûn lê ji ber ku dadgehê daxwaza wan red kir, tev li danişînê nebûn.

Ji ber ku parêzer beşdarî danişînê nebûn, parastina Şîban jî nehat girtin. Heyeta dadgehê ji bo ku di danişînek din de şahidên dosyeyê bên amadekirin û kêmasiyên hene werin temamkirin danişînê taloqî 26’ê çileya 2023’yan kir.