28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrîna dagirkirî navendên tecawizê

Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê weke makîneyeke sûc li Efrînê sûc pêk tînin. Di bin navê girtîgehê de navendên îşkence, taciz û tecawizê vekirine.

Dewleta tirk û komên çete her roja ku derbas dibe pêkanîna sûcên li dijî mirovahiyê zêde dikin. Weke makîneyeke sûc li Efrînê sûc pêk tînin. Dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di 20’ê çileya sala 2018’an de êrişî Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di 18’ê adarê de jî navenda bajar dagir kirin. Di nava 5 salên dagirkeriyê de Efrîn veguherandin navenda îşkence û tecawizê. Li gund, navçe û navenda Efrînê 26 navend hatine avakirin ku 8 hezar û 644 welatî lê tên ragirtin.

Navendên ku sûcên li dijî mirovahiyê li jinan tên kirin ev in:

* Girtîgeha El Mehkemê li avahiya edliyeyê ya berê ye. Bi taybet jî jinên ji navçeyên cuda yên Efrînê hatine revandin li vir tên ragirtin. Ev girtîgeh ji hêla koma paramîlîter a bi navê Cebha El Şamiye ve tê birêvebirin.

* Girtîgeha El Mehmûdiyeyê ji hêla koma paramîlîter a El Hemza ve tê birêvebirin. Bi dehan welatiyên hatine revandin li vir tên ragirtin. Li vê girtîgehê ji bo jinan 2 odeyên taybet hene.

* Girtîgeha Dibistana Itîhad El Erebî li Efrînê ye. Ji hêla koma paramîlîter a bi navê Cebhe El Şamiyeyê ve tê birêvebirin. Ji bo jinan beşeke taybet hatiye avakirin. Piştre jî veguherandin baregeha leşkerî.

* Girtîgeha Dibistana El Kerameyê ji yek dibistanên Efrînê yên berê ye. Ji hêla koma paramîlîter a Feyleq El Şamê ve tê birêvebirin û ji bo jinan beşeke wê ya taybet heye.

* Girtîgeha Meclisa Qanûndanînê ya Berê li navenda bajêr e. Weke “Girtîgeha Jinan” tê zanîn. Jinên ku hatine revandin li jêrzemîna wê tên ragirtin. Bi taybet jî kurdên ji hêla îstîxbarata dewleta tirk û komên paramîlîter ve hatine revandin li vê girtîgehê tên ragirtin.

Li gorî çavkaniyan, 50 jin li vê girtîgehê tên ragirtin. Navê “Emanet” li jinên hatine revandin kirine.

96 jin hatin qetilkirin

Di vê pêvajoyê de taciz û tecawiz li sedan jinan hate kirin. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriye-Efrînê, di nava 5 salan de herî kêm 96 jin hatin qetilkirin û 72 jin jî hatin tecawizkirin.