12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Beştaş: Divê tecrîd rabe, Îmralî bê girtin

Bi ser navê koma Nobeda Edaletê Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş axivî diyar kir ku heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe dê Tirkiye negihîje demokrasiyeke rasteqîn.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike, dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakî di roja 21’emîn didome û parlamenteran li ber Baxçeyê Meclisê daxuyanî da. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hişyar Ozsoy, Mahmut Togrûl, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Omer Ocalan, Necdet Îpekyuz, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Huseyîn Kaçmaz, Zeynel Ozen, Kemal Pekoz tev li çalakiyê bûn û dowîzên, “Bila li Îmraliyê hiqûq bê sepandin” hildan.

Bi ser navê navê koma ku nobeda edalatê digire Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş di çalakiyê de axivî.

Kes nikare ji tecrîdê encamê bigire

Beştaşê di destpêka axaftina xwe de got: “Ramana siyasî çi dibe bila bibe divê wezîfeya her demokratên Tirkiyeyê pêşî deşîfrekirina tecrîdê be. Em dibêjin ku kes tu encamê nikare ji tecrîdê bigire. Tenê dikare taloq bike û li demê belav bike û dibe ku bibe sedema giloka pirsgirêkan, veqetînin hestiyar û lêgerînên çareseriyê yên cuda.”

Divê tecrîd rabe, Îmralî bê girtin

Beştaşê anî ziman ku divê ji bo şer neçin welatên din, divê biçin Girava Îmraliyê û wiha axivî: “Diyar e ku çareserî bi qasî Girava Îmraliyê dûr e. Her kes dizane, dema ku li Îmraliyê bi birêz Ocalan re hevdîtin û diyalog dihatin kirin, heyama çareserî û aştiyê bû, ew dihatin axaftin. Niha ev hêzên ku tecrîdê disepînin dizanin ku tekane kesê ku Tirkiyeyê ji çala kirîzê derbixe Ocalan e. Lê dîsa jî ji bo tecrîdê israr dikin. Ditirsin û dizanin heke tecrîd rabe, wê dawî li pergala wan a dizî û talanê were. Baronên şer naxwazin ku tecrîd bi dawî bibe. Çimkî ji axaftina bo aştiyê û çareseriyê ditirsin. Daxwaza me ew e ku hiqûq û qanûn werin sepandin. Divê ku Îmrali bê girtin û dawî li tecrîdê bê anîn.”