6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Rojhilat û Îranê pêla girtinê

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêla girtin û li serdegirtina malan a ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve zêde bûye û zext hatine dijwarkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zextên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ya li ser gel zêde bûye. Duh hêzên dewleta Îranê li ser malan de girt.

Li bajare Pîranşar û gundên derdorê bi dehan kes ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatin girtin û birin cihek nediyar.

Li bajarê Şino, Kamîran û Sine jî bi heman awayî çalakvan hatin girtin. Pêla girtinê li bajarên din jî berdewam e.

Dewleta Îranê pêla girtin û binçavkirinê li bajarên ku berê xwepêşandanên berfireh hatin kirin, dijwar kiriye.

Ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve nêzî 20 hezar kesî hatine girtin û binçavkirin. Di girtîgehan de herî kêm 16 kes ji ber îşkencekirinê û dermannekirina birînan jiyana xwe ji dest dane. Li 112 xwepêşanderan cezayê darvekirinê hatiye birîn.

Parlamentoya Yekîtiya Ewropa erê kir ku  Supaya Pasdaran a Îranê û hêzên wan ên cuda bikevin nav lîsteya sizayên YE’yê ku weke lîsteya ‘terorê ya YE’ tê naskirin.

Ev pêngav weke destkefta serhildana ‘Jin, Jiyan û Azadî’  tê dîtin û sedema biryarê jî rola sereke ya Supay Pasdaran a di çewisandina xwepêşandaran de tê destnîşankirin.