2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ayşe Acar Başaran: Çav û guhê bi milyonan kesî li Îmraliyê ye

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûlah Ocalan diyar kir ku çav û guhê bi milyonan kesî li agahiya ku ji Îmraliyê bê girtin e.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaranê der barê mijarên di rojev de ne civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê li avahiya navendê ya HDP’ê de pêk hat û Başaranê li ser mijarên rojevê nirxandin kirin.

Başaranê wiha dest bi axaftina xwe kir, “Bi rastî di cînayeta Hrant Dînk de jî weke cînayetên siyasî yên din edalet pêk nehat. Hrant Dînk di gotareke xwe de got, ‘Jiyana bi hev re ne bi xêra kesan e, jiyana bi hev re şaristaniyek e ku bi hev re divê bê hilberandin’. Em dixwazin li vir gotina xwe ji bo wê dubare bikin, em ê bi hev re vê şaristaniyê ava bikin û ev wê di demeke nêz de bê kirin. Ez sersaxiyê û sebrê ji hemû gelê me re û di serî de jî ji malbata Dînk re dixwazim. Ez careke din diyar dikim ku têkoşîna me ya edaletê wê li her qadê bidome.

Jin di hedefa rejîman de ne

Li cîhanê û li Tirkiyeyê têkoşîna li dijî zihniyeta nêr didome. Ji ber vê têkoşînê jî rejîm hedefgirtina jinan didomînin. Di rojên borî de em hîn bûn ku li Afganistanê jina parlamenter Mûrsel Nebîzade ya berî Talîbanê peywira xwe dikir hat qetilkirin. Li Îranê jî piştî qetilkirina Jîna Emînî êrişên li dijî gel ên rejîmê didomin. Li Tirkiyeyê jî jin li dijî rejîma faşîst serdest a mêr a AKP-MHP’ê têkoşîna xwe didomînin.

Di salekê de 334 jin hatin qetilkirin

Îktidar tabloyeke wisa nîşan dide ku we tirê  qet tundî tune ye. Em dîsa li ser vê kursî tînin ziman ku ev dereweke mezin e. AKP polîtîkayên xwe yên dijminatiyê bê navbar didomîne. Jin, zarok li mal, cihê kar tundiyê dibînin. Tecawiz û destdirêjî li wan tên kirin. Li dijî vê em daxwaz û têkoşîna xwe mezin dikin. Jin tînin ziman ku ew ê bi taybet di rojên mîna 8’ê adarê 25’ê mijdarê de li qadan bin û dengê xwe bilind bikin”.

HDP mafê hemû jinan diparêze

Başarê diyar kir ku li Tirkiyeyê jin tên qetilkirin, zext û zor li ser jinan giran bûye û dewam kir, “Li Tirkiyeyî tabloyeke wiha heye lê belê îktidar ji bo di hilbijartinê de bi ser keve bi rêkûpêkirina makeqanûnan derdikeve pêşiya me. Me teklîfa AKP’ê ya ji bo makeqanûnê red kiribû û ev yek bi raya giştî re parve kiribû. Li Tirkiyeyê jin tên qetilkirin, tundiyê dibînin, di bin tecrîdê de ne û berpirsê vê jî îktidara AKP-MHP’ê ye. Loma jî di birêkûpêkirina makeqanûneke AKP-MHP’ê de em tune ne. Em weke HDP mafê hemû jinan diparêzin.

Jin ji gotinên îktidarê bawer nakin

Jin ji ber ku nikarin bisitirin loma jî ji perwerdeyê bi dûr ketin, hemû karê malê ma li ser milê wan. Îktidar dewsa ku vê çareser bike nîvê şevekê ji Peymana Stenbolê vekişiya. Li her derê îktidar têkoşîna jinan ya rêxistinkirî û destkeftiyên jinan dike hedef. Ji aliyekî jî dibêje bi hewldanên makezagonê wê heq û azadiyê bîne. Jin ji gotinên îktidarê bawer nakin.

Hikumet derketiye soza azadiyê dide

Di vê pêvajoyê de jî têkoşîna jinan bû hedef. Jinan di hefteya dawî de li korîdorên edliyeyê de lêgerîna edaletê berdewam kir. Ji ber ku di 12’yê tebaxa 2021’î de gotin, ‘Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin’ li Enqereyê hatin darizandin. Der barê 8 jinên beşdarî çalakiyê bûn de doz hat vekirin. Dozên wan hefteya borî li Edliyeya Enqereyê hatin dîtin. Tevî ku bi tundiya polîsan hatin binçavkirin jî, tundiya polîsan û wêneyên wan nehatin dîtin. Li vî welatî jinên ku dibêjin em dev ji Peymana Stenbolê bernadin tên darizandin lê hikûmet derketiye holê û soza azadiyê dide me”.

Em ê ji bo Ayşeyê bibin deng û têkoşîn

Ayşe Başaranê bi bîr xist ku aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokan daxwaza parastina bi kurdî kiriye û hatiye redkirin û wiha pê de çû, “Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokan 30 sal ceza lê hat birîn. Ayşe Gokan yek ji pêşengên têkoşîna jinên vî welatî ye, yek ji pêşengên tevgera jinên kurd e. Yek ji rûmetên Tirkiyeyê ye. Cezayê wê hat betalkirin. Ayşe Gokan her çendî bi israr xwest were salona dadgehê jî israra wê ya ji bo girêdana bi SEGBÎS’ê dewam kir. Daxwaza parastina bi kurdî pêk nehat. Yek ji rêbazên ku Ayşe Gokan têkoşîn û helwesta xwe bi raya giştî re parve neke ev bû. Em hemû Ayşe ne. Dengê wê, têkoşîna wê dê li hemû Tirkiye û Kurdistanê deng bide.

Sûc heye lê ne hewceyê cezadayînê ye

Başaranê der barê doza Kemal Kûrkût de jî dîtinên xwe diyar kirin û got, “Ji aliyek têkoşîna jinan tê darizandin û ji aliyekî jî kurd û muxalîf tên darizandin çi dibe? Me mînakên vê yekê di hefteya borî de dît weke di doza Kemal Kûrkût e. Wêneyên ku ji aliyê rojnameger Abdurahman Gok ve hatine kişandin bi zelalî çi qewimîye nîşan dide, li wir behsa îhtîmala êrişeke xwekujî tê kirin. Di wêneyên ku Abdurahman kişandî de ev derew derket holê. Dadgehê çi kir? Pêşî biryara bereatê hat dayîn, piştre Îstînasê bereat neda lê got ‘Di vir de sûc heye û lê ne hewce ye ceza bê dayîn. Yanî dema li vî welatî kurd, muxalif û jin bên kuştin, biryar tê dayîn ku cihê cezakirinê namîne. Dibêje sûc heye lê cezayê vî sûcî nîn e. Bi van polîtîkayên bêcezakirinê re her roj jin û kurd dibin hedef. Ji ber ku ew ji siyaseta bêcezakirinê û kêmkirina cezayan bi hêz dibin. Ev nîşaneyên herî zelal ên polîtîkayên dijminatiyê ya li hemberî kurdan e. Heya ku pirsgirêka kurd çareser nebe, ev pirsgirêk her ku diçe xwe ji nû ve hilberîne. Em careke din tînin ziman ku kesên difikirin ku ev pêvajo bi polîtîkayên bêcezakirinê dikare bê meşandin, şaş in. Pirsgirêka kurd ji van polîtîkayên bêcezakirinê nayê çareserkirin”.

Binpêkirina qanûnan fikarên me mezin dike

Başaran li ser tecrîda li Îmraliyê sekinî û got, “Tecrîda li Tirkiyeyê ev demeke dirêj e didome û hatiye girankirin. Tirkiyeyê pergala hiqûqê nayê pratîzekirin, li hemberî Îmraliyê hemû normên qanûnî yên netewî û navneteweyî hatin binpêkirin û pergalek li vir hat nîşandan. Ev polîtîka tecrîdê pêl bi pêl belavî hemû welatî bû. Bi operasyonên siyasî ya dîlgirtinê civaka demokratîk bê bandor hat hiştin. Tê bîra we Bekir Bozdag li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek dabû û gotibû dê parvekirinên li ber medyaya dijîtal bi sînor bikin. Ev tişt nîşaneya belavkirina tecrîdê ya hemû qadên jiyanê ye. Di sala 2015’an heta niha dev ji hemû normên demokratîk hatiye berdan, dev ji çareseriya pirsgirêka kurd a bi riya demokratîk hatiye berdan, tecrîd tê girankirin, îktîdara qesrê li tecrîda li Îmraliyê li hemû welat dide meşandin. Li hemberî Birêz Ocalan hiqûq hatiye binpêkirin. Agahî negirtin ji bo me dibe sedema fikaran. Tenduristî, deng û gotinên Birêz Ocalan di rojeva bi milyonan kesî de ne. Çav û guhê bi milyonan kesî li Îmraliyê ye. Li benda agahiyê ne. Ev agahî negirtin û binpêkirina qanûnan bêtir tirs û fikarên me mezin dike.”

Veysî û Mehmet bedena xwe dan ber agir

Ayşe Başaranê di axaftina xwe de cih çalakiya Veysî Ateş û Mehmet Akar û wiha axivî, “Hefteyên borî 2 welatiyên kurd li dijî tecrîdê bedena xwe dan ber agir. Li Nisêbîna Mêrdînê Veysî Ateş ê 65 salî, li Amedê Mehmet Akar’ê 25 salî agir berdan bedena xwe. Em dibêjîn serê malbatê û gelê me sax be. Ev tişt bû sedema xemginiyeke mezin. Birêz Ocalan li dijî siyaseta mirinê siyaseta jiyanê diparêz e. Em carek din dibêjin çalakiyên bi vî rengî nayên qebûlirin. Ji ber vê jî em dibêjin divê tecrîd bê bidawîkirin”.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê