11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berteka kurdan

Di mirasa siyaseta kurd de bi qasî mezinkirina tecrube û hunera polîtîkayê, tecrube û hunera polîtîk jî daye hemberê xwe. Mezinkirin an jî xitimandin, hev du mezinkirin, van salên dawî bêhtir xwe da pêş. Bes polîtîkaya hember bêhtir ji polîtîkaya siyaseta kurd xitimiye.

Ji ber wê yekê dema dixitime dest bi êrîşan dike. Mezinbûna êrîşan mezinbûna xitimîna polîtîkayên wê dide der. Li ber bilindbûn û mezinbûna siyaseta kurd, polîtîka herî hêsan êrîş û astengkirin e. Êrîş û astengkirin, neçarbûn û bêçaretiya li hember siyaseta kurd e. Ji bo ku mantiqê çareseriyê, ya bi hev re jiyanê, yan jî biratiyê hatiye tunekirin. Hewce bi polîtîka û siyaseteke demokrat jî tune. Polîtîkaya sedsala borî ev bû. Cihê peyva kurd lê be weke gayê çavsor êrîşên pergala komarê bi hemû tundiya xwe li wê derê diyar dibûn. Qarekterê komara tirk a sed salên borî ev bû. Bê guma ew bû sedemên zirarên mezin bo gelên herêmê.

Gelo sedsala nû dê ew polîtîka, nêzikatî û qerekter bêne guherandin an na. Her çiqas ev pirs bêbaweriyeke mezin bide jî hêvî û meraqeke mezin jî heye. Hêvî weke çirûskeke zîq li esmanê bêhêviyê dibiriqe. Bes ne ku ew hêvî nêzîkatî û qerekterên komarê dide. Bi her awayî ew hêvî çavkaniyên xwe ji tevger û siyaseta kurd digirin. Siyaseta kurd bi hêza bîr û baweriyê demarên ecêb ên guherîna qerekter di siyaseta komarê de dane raçandin û dê mezin bibin. Hêviya sedsalê geş dike dê ew bin.

Eve rastiyek e û li ber çavan disekine. Tişta têra xwe şênber ew e ku siyaseta kurd cara yekem e sînor derbas kirin û xwe bi dinyayê da naskirin. Tu êrîş û polîtîkayên bi hesabên berjewendiyên komarê tejî nekarî wê yekê asteng bike yan jî bi sînor bike. Bi hemû kêmasiyên xwe ve dîsa bi pergal û siyaseta xwe ve bû rojeva dinyayê û bawerî da. Wê baweriyê li her derê hêviyeke mezin da hêzên demokrat û bû sedema rêxistinên demokratîk. Wisa xuya ye dê di sedsalên nû de guherînên nû ava bike û bibe sedemên hêzên hêviyan.

Di hêla rêxistin, siyaset, çand û huner, di hêla wêje û di hêla hevgirtinê de cara yekem e ew qas geş dikevin rojeva dinyayê. Bê guman di her qadê de berxwedanê ew anîn wê astê. Heke ew tekoşîn bi baldarî mezin bibe dê hemû kêmaniyên xwe temam bike û dê rengekî cuda bi de heremê. Ew jî têkçûna nêzikatî û êrîşên komarê ne. Di her çar komarên ku ji bona kurdan xwedî polîtîka û êrîşan hevpar in, ev rastiya derketiye holê û tirseke mezin daye wan. Lê tirs bê feyde ye. Li her çar komaran de kurd bûne mifte û kilîla çareserî û demokrat bûnê. Dê civînên wan yên li ser astengkirin û tunekirina kurdan negihin armanca xwe.

Bê şibhe ye kurd bêhtir di bin desthilatdariya komara tirk de ne û bi her awayî pêşengiya siyaseta kurd jî ew dikin. Ji ber wê êrîşên mezin jî ew dijîn. Siyaseta di bin êrîşên dijwar de çiqas zor be, zehmet be jî, tecrube û hunera siyasetê jî mezin dike. Qerekterê siyaseta kurd jî ji berxwedana bêhempa tê û xwedî cihekî bêguman e. Berdêl û baweriya gelan qerekterekî bixwebawer daye û qanûna şikestinê têk biriye. Xeta sedsala nû ji bo kurdan  ev e û hindî li ser wê xetê xwe bi rêxistin bikin dê bibin xwediyê syaseteke rast û dê hêviyê bidin her kesê/î. Hêvîdayîn dê hêviya êrîşan bişkîne.

Tecrit, partî girtin, xespa hesabên pereyan, girtina hilbijêran, talan û rêbazên êrîşên çekdarî dê tenê xwediyê xwe tehşîr bikin. Dê bêdengiya muxalefetê jî tenê bibe parçeyekî polîtîkayên komar û hikumetê û tenê dê xwexapandin bi têra têkçûna wan hebe. Tu qalik û perdeyên demokrasî û sosyalîzmê jî nekare wan veşêre.  Nêzikahiya wan dê bibe bertek û xwe bizivirîne rêxistin û siyaseteke xurt û di rojên pêşde bi pêşengiya kurdan serkeftinên mezin derxe holê.

Berteka kurdan bo hemû êrîşan dê xwe birêxistinkirin, hevgirtin, bêhtir tifaqa netewe, tifaqa rast û berxwedan be. Pira serkeftin û azadiyê û hêza çareseriyê ev in. Bihara kurdan û hemû gelan dê bi wê bê…