7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwepêşandêrên Îranê biryara YE’yê pîroz kirin

xwepêşandêran bi kombûna li ser gorên şehîdan û bi slogan û dirûşmên li dijî rejîma Îranê kêfxweşiya xwe ji bo dengdanê Yekitiya Ewropayê ya zêdekirina pasdarên Îranê li lîsteya terorê

Xwepêşandêrên Îranê ji ber biryara Yekitiya Ewropayê ya der barê pasdaran de kêfxweşiya xwe anîn ziman. xwepêşandêran bi kombûna li ser gorên şehîdan û bi slogan û dirûşmên li dijî rejîma Îranê kêfxweşiya xwe ji bo dengdanê Yekitiya Ewropayê ya zêdekirina pasdarên Îranê li lîsteya terorê.
Xelkê bajarê Izeyê li başûrê rojavayê Îranê, bi boneya çilrojiya şehadeta xwendekara bi navê Doniya Ferhadî, ku termê wê li kêleka çemê Karûnê piştî demekê ji windabûna wê hatibû dîtin, merasîmek lidar xistin. bi amadebûna bi dehan li ser gora wê û avêtina siloganên dijî rejîmê, merasîmên çilrojiya wê pêk hatin.
Vîdeoyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, nîşan didin ku beşdaran dirûşmên “Bimre Xamineyî” û “Bimre Muhafizên Şoreşê” berzkirine û kêfxweşiya xwe ji bo biryara Yekitiya Ewropayê ya zêdekirina navê Pasdaran bo lîsteya Terorê, anîne ziman.

Li Zahidanê xalên kontrolê
Ji bo rêgirtina li derketina xwepêşandanên piştî nimêja Înê, rayedarên leşkerî û hêzên ewlekariyê xalên kontrolê danîne û deriyên bajarê Zahidanê girtine.
Li ser ihtîmala ku gel piştî nimêja înê dest bi xwepêşandanê bikin, hêzên ewlekaiyê li bajarê Zahildanê mizgefta “Mekkî” dorpêç kir.
Her wiha hêzên leşkerî li deverên cuda yên Zahidanê weke Şîrabad, Kesawerz, Cem Cem, Xiyam, Bazarmaşrek, Kewser û deverên din û heta li ber malên welatiyên Belûç jî xalên kontrolê danîne.
Hêjayî gotinê ye ku hêzên ewlekariyê heftiya deriyên hatin û derketina bajarê Zahidanê ji nav wan Mircewe, Keş, Çeşme Ziarat, Nusret Abad û Zabul girtin ku di bin kontrola tund a hêzên ewlehiyê û leşkerî de ne. Her wiha çi kesên ku diçin û tên rastî lêgerînê û lêpirsînê tên.
Welatiyan gilî û gazincên xwe ji tevgerên hêzên leşkerî yên li hember welatiyan kirin, ji ber ku her kes rastî lêpirsîn û lêgerîna fizîkî hate kirin û herwiha ew neçar kirin ku nasnameyên xwe nîşan bidin.
Xwepêşandan berdewam dikin
Li gor nûçeya malpera “Îran International”ê, hin raporên din jî balê dikişînin ser hebûna hêzên leşkerî li dibistanên bajarê Zahidanê ku van cihên xwendinê veguherandine navendên leşkerî.
Tevî van zext û gefan, xwepêşandanên roja Înê yên xelkê Zahidanê bi kombûn û avêtina siloganên dijî rejîmê gihişte hefteya pazdehan.