6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di hevdîtina rayedarên tirk û DYA’yê de çi hat nîqaşkirin?

Antony Blinken der barê nakokiyên bi Tirkiyeyê re wiha gotiye: “Em hevbeş û hevpeymanên nêzîk in, lê ev nayê wê wateyê ku nakokiyên me nînin.”

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Tirkiye û Amerîkayê yên piştî civîna Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re gelek mijar di navbera herdu aliyan hatine guftûgokirin.

Li gorî daxuyaniyên Çavîşoglu li ser mijara balafirên F16  rayedarên Amerîkayê li hember wê yekê dixwaz in ku Tirkiye astengiyan li pêşiya endamtiya Swêd û Fînlanda ya NATO’yê dernexîne.

Çavîşoglu di mijara PKK û YPG’ê de dîsa gazinc ji Amerîkayê kirin û got ku Amerîkayê dibêje Tirkiye hevkarê me ye û di heman demê de dema em ji wan dixwazin ku desteka xwe ya ji bo YPG’ê rawestînin dibêjin YPG hevkarên me yê di şerê li dijî DAIŞ’ê de ne.

Mevlut Çavuşoglu der barê vê mijarê de wiha dibêje: “Di hemû civîn û daxuyaniyekê de berdevk dibêje Tirkiye hevpeymaneke pêwîst e û hevpeymanê NATO ye jî. Lê ya rast hemû caran ne wiha ye. Bi taybetî di warê hevkariya bi PKK û YPG’ê de cudahiyên me hene.”

Her wiha mijareke din a nakokiya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de mijara asayîkirina têkliyên bi rejîma Sûriyeyê re ye. Di vê mijarê de hikûmeta tirk dixwaze bi riya têkliyên bi rejîma Şamê re hem xwe ji barê penaberên Sûriyeyê xelas bike û hem jî dixwazin bi riya têkliyên bi rejîma re pêşiya statuyekê ji bo kurdên Rojava bigire. Lê Amerîkayê di vî warî de hiştyarî kiriye û gotioye ku ew li dijî têkliyên bi rejîma Şamê re ye.

Ji aliyekî din ve Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî der barê hevdîtina bi rayedarên tirk re daxuyanî daye û li ser mijarên bi nakok di navbera her du welatan de wiha gotiye: “Em hevbeş û hevpeymanên nêzîk in, lê ev nayê wê wateyê ku nakokiyên me nînin.”

Her wiha yek ji mijarên herî zêde nakokî di dema dawî de li ser wê di navbera van herdu welatan de çêbû, mijara plankirina dewleta tirk ya êrîşekê li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. Rayedarên Amerîkayê aşkera gelek caran anîn ziman ku ew li dijî êrîşeke nû ya dewleta tirk in û êrîşeke wiha dê aramî û ewlekariya herêmê têk bibe her wiha dê zirarê bide têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.

Hêjayî gotinê ye ku beriya salekê rêveberiya Joe Biden ji bo Tirkiyê razî bike ku endambûna Swêd û Finlandê ya NATO’yê bipejrîne û ew jî 40 firokên F-16 bifroşe Enqerê, lê biryara vê yekê di destê Kongeya Amerîkayê de ye. Lê heta niha ne xuya ye ka dê Kongre daxwaza Tirkiyê qebûl bike ana jî red bike.