7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi ‘Xeyalfiroş’ xeyalekî xweş bû rastî

Yildiz Çakarê diyar kir xelata ku pirtûka “Xeyalfiroş” bi dest xistiye ji bo wê bûye surprîz ku ne li bendê bûye xelatê werbigire û got ku xeyalfiroş ji çîrokên gelerî pêk tê û jiyaneke çawa li ser derewan ava dibe dike.

Senatoya Berlînê, di nav hefteyê de pirtûka Yildiz Çakarê ya bi navê “Xeyalfiroş” hêjayî xelatê dît. Senato ji sala 2018’an vir ve xebateke wiha li dar dixe û xebatên guncaw dibîne xelat dike. Îsal 194 nivîskaran bi berhemên xwe serî li vê xebatê dan û Juriya Senatoyê 21 berheman hilbijart. Di nav van 21 berheman de pirtûka Yildiz Çakarê ya bi navê “Xeyalfiroş” jî heye.

Yildiz Çakar, der barê xelat û xebatên xwe de bi rojnameya me Xwebûnê re axivî. Di destpêka axaftina xwe de Çakarê wiha got, “Kar û barên me yên bi kurdî di qada navneteweyî de li gorî zimanên din ne tên dîtin û ne jî tên belavkirin. Qala zimanên ewropî jî nakim, weke minak pirtûkeke tirkî, erebî, farisî pir bi hêsanî li dinyayê ji xwe re rê dibîne yan tê belavkirin. Lê ev zimanê me yê ew qas dewlemend, ew qas xweşik ne tê dîtin ne jî rê jê re tê vekirin. Û helbet, pirsgirêka me ya “bêdewletî” an “bêstatûbûn”ê jî xaleke girîng e ku bo em neyên dîtin an werin asteng kirin. Loma jî di saziyên girîng ên dinyayê de bi kurdî xuya kirin weke helwesteke îdeolojîk dibînim. Loma jî girîngiyekê didim vê yekê. Bo wê jî ji aliyê Senatoya Çandê ya Berlînê ku ji sala 2018’a ve hem piştgirî hem jî bi hilbijartina berhemê , hem nivîskarê wê berhemê hem jî zimanê wê berhemê li dika Almanyayê bide xuyakirin. Sala 2020’a bi romana xwe ya “Hangar Funf” îsal jî bi romana xwe ya “Xeyalfiroş” ez ê hem bi kurmancî hem almanî ji romanê hin beşan pêşkeşê vê sahneya pirrengî bikim. Girîng dibînim vê hilbijartin û xelatkirinê.”

Çakarê der barê çawanî û hilbijartina berheman a Senatoya Berlînê de ev agahî derpêş kirin, “Senato di welatên ku bi sistema du meclîsan tê birêvebirin hene. Almanya jî welatek e ku bi du meclîsî ye. Senato bi lebata zagonsaziyê ve girêdayî ye û Berlînê bi rê ve dibe. Beşa senatoyê ya çandî û ewropayê her sal piştgiriya gelek kar û barên çandî û hunerî dike. Wêje jî yek ji wan e. Dixwazin bi xelatekî hem piştgiriya niviskaran bikin hem jî wan û berhema wan bidine xuyakirin. Di bin banê senotoya çandî de ev xelat bi du beşan tê dayin; “wêjeya bi almanî” û “wêjeya ne bi almanî”. Her sal berhemên nivîskaran diçe ber destê juriyê ku endamên vê juriyê her sal tên nûkirin.  Hin xalên danîne hene, weke pîvan. Ji wan yek metnên ku diçe ber destê wan gerek metnê nûjen be û ya din jî berdewamiya kar û barên nivîskariyê ye. Hemû berhemên diçin ber destên wan gerek beşek jê bi almanî hatibe wergerandin. Her sal juriyên vê beşê diguherin. Û jurî li ser pîvanên hatine danîn berheman hildibijêre. Sala 2020’an  ji nava 178 nivîskaran deh nivîskar hatibûn hilbijartin. Ji wan deh berheman yek jê jî romana min a bi navê “Hangar Funf” bû. Îsal jî ji 194 berheman 21 nivîskar hatine hilbijartin. Vê carê jî romana min a bi navê “Xeyalfiroş” ku hîn temam nebûye hat hilbijartin. Bo min suprîzek bû. Ji ber ku jixwe hîn du sal berê berhemeke min hatibû hilbijartin.”

Yildiz Çakarê diyar kir ku berhema wê ya xelatgirtî ji çîrokên gelerî pêk tê û der barê naveroka berhemê de agahiyên xwe wiha derdibirî, “Ji bo mijarê bi qurtasi wiha bijêm; çîrokeke gelerî bi navê ‘Eliyê qumarbaz xwediyê teyrê boz’ û qerekterê min ê bav di xetekê de lê di du zemanên cuda de ji me re qala jiyaneke ku li ser derewan çawa tê/hatiye avakirin nîşan dide. Ji ber ku roman hîn xilas nebûye û nehatiye weşandin naxwazim zêde behsa naverokê bikim. Kengî çap bû, wê çaxê mirov kare baştir qal bike”.

Nivîska Çakarê ji bo girtina xelatê kêfxweşiya tanî ziman û got, “Berlîn navendeke çand û hunerê ye. Ji dinyayê gelek nivîskar û hunermend li vî bajarî dijîn û hunera xwe nîşan didin. Ez jî li vê dika navendî bi zimanê dayika xwe weke nivîskarên navneteweyî karim karê xwe nîşan bidim. Belkî jî keyfxweşiya herî mezin ev be.”

Di dawiyê de Çakarê ji bo xebat û projeyên xwe yên pêşerojê wiha got, “Niha şanoya min a nû ’Lingên Winda’ wergera wê ya almanî tê kirin. Û wê rojên pêş li ser çêkirin û pêşkêşkirina wê hin kar dest pê bikin. Her wiha meha sibatê çîrokeke min a ku li ser sedsaliya Mehabadê hatibû nivîsîn, di antolojiyeke bi navê ‘Kurdistan +100’ li Londonê bi wergera wê ya îngîlîzî çap dibe. Ligel vê niha çîrokekê dinivisînim. Bi tevî hin nivîskarên navneteweyî  wê ev çîrok di antolojiyekê de were çap kirin. Û bo şeş zimanan jî wê were wergerandin.  Ji bilî van, niha bo meha gulanê li ser Bertolt Brecht xebateke min heye.  Û hin xebatên min hene ku ez ê pêşerojê qala wan bikim, kengî ber bi qedandinê ve hatin.”