27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê di şerê di navbera komên çete de çi diqewime

Di navbera komên çete yên li Efrîn û herêmên din ên bakurê Sûriyê çend roj in şerên dijwar diqewimin.

Ev şer û pevçûnên beriya çend rojan di navbera çeteyên Cebhet El Şamiye û Firqeya El Hemzat de li bajarê Babê yê rojhilatê Helebê dest pê kirin û piştre heta bi gundên Efrînê firehtir bûn.

Di 11’ê cotmehê de, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandibû ku çeteyên Cebhe El Şamiyê navendên çeteyên Firqeya El Hemzat li gundê Bablîtê yê Efrînê yê bakurê rojavayê Helebê, piştî şerên dijwar kontrol kir. Çeteyan di şer de çekên navîn û sivik di nav gundê tijî şênî de bi kar anîn ku tirs û xof di nav wan de belav kir.

Bi wê re çeteyên Cebhe El Şamiyê herêmên xwe li Efrînê û Babê fireh kirin.Her wiha çeteyên Cebhe El Şamiyê gelek gundên Efrînê bi piştgiriya çeteyên Nûredîn El Zinkî, Lîwa Farûq ya bi serkêşiya Ebû Cabir El Betran ku nû ji Firqeya El Hemzat qetiyaye, bêyî pevçûn çêbibin, kontrol kirin.

Girêdayî mijarê, karwanên çeteyên Ehrar El Şam şeva sêşemê ji parêzgeha Idlibê bi rêya deriyê Xezewiyê yê di navbera herêmên kontrolkirî yên çeteyên Tehrîr El Şam û Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ber bi Efrînê ve ketin rê.

Sedem gelek in lê encam yek e

Ev ne cara yekemîn e ku di navbera komên çete de şer û pevçûn rû didin. Berê li Idlibê, gundewarên Heleb, Hema, Serêkaniyê, Girê spî û Cerablusê jî pêk hatin, tevî gelek sedemên wê hene, lê armanc û encam yek in.

Li gorî çavdêran, şerê niha di navbera komên çete de dibe, bi fermana dewleta tirk e û du armancên wê hene. Armanca yekemîn ew e ku binkeftina xwe û nedagirkirina herêmên nû bi rêya êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê veşêrin. Armanca duyemîn jî şirîkên xwe yên Astanayê razî bike, bi taybet li gel axaftinên li ser nêzbûna destpêkirina dan û standinan di navbera hikûmeta Şamê û dewleta tirk de.

Li gorî SOHR’ê, çeteyên Feyleq El Şam ên ji îstîxbarata dewleta tirk ve nêz in, deriyê Xezewiyê yê li navçeya Şêrawayê li pêş sewqiyetên leşkerî yên çeteyên Ehrar El Şamê vekir ji bo piştgiriya Firqeya El Hemzat li dijî Cebhet El Şamiyê li Efrînê bikin. Ew çete li gundên Şêrawayê li beşa di bin kontrola Feyleq El Şamê de bêyî tu pevçûnên di her du aliyan de pêk werin, belav bûn.

Li gorî raporan, dewleta tirk dest bi hin gavên pêşîn ji bo vê dan û stadinê kir. Berirsên dosyaya Sûriyê yên Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê guhartin, li aliyekî din jî hikumeta Şamê jî Beşar El Caferî ji cîgirê wezîrê Karên Derve ya Sûriyê kir balyozê xwe li Moskovayê, da ku şandeya Şamê di dan û standinên bi dewleta tirk re bike ku dê li Rûsyayê pêk bên.

Çeteyên Terîr El Şam bi dizî li Efrînê ne

Di vê çarçoveyê de, çavdêran destnîşan kir ku çeteyên Tehrîr El Şam bi perspektîfên îstîxbaratên dewleta tirk plan dikin ku li herêmên qaşo Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê ku dewleta tirk di vê dawiyê de dagir kirine, serweriya xwe berfireh bikin. Da ku piştre biçin herêmên Idlibê û dagirkeriya tirk lihevkirinên xwe bi Rûsyayê re pêk bîne.

Beriya wê, dewleta tirk bi rêya lihevkirina bi Rûsya û Îranê re di dan û standinên Astanayê de, çeteyên Xûta Şerqiye, Heleb, gundewarên Idlib, Heleb û Humisê firotin. Her wiha bi nepenî ferman li komên herêmên din dikir ku destekê nedin herêmên ku hikûmeta Şamê êrişî wan dike.

Gelo kê ev herêm firotin

Ji armancên ku dewleta tirk pêk tîne ew e ku şer li herêmên Sûriyê ku di vê dawiyê de dagir kirine; mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî biafrîne, her wiha sûcên li dijî şêniyan pêk bîne, da ku wan bide koçberkirin, welatiyên din li şûna wan bi cih bike û demografiya wê biguhere.

Dewleta tirk di dema borî de bi desteka komeleyên îxwanî yên kiwêtî û filistînî lez da avakirina mêtingehan li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê. Ev yek gefan li yekitiya Sûriyê dixwe, bi wê re herêmê bi ferzkirina lîreya tirkî, perwerdeya bi zimanî tirkî û rakirina ala Tirkiyê tên tirkkirin.

Gelek sûrî metirsîdar in ku ev herêm ji hêla hêzên navneteweyî û hikûmeta Şamê ve firotine dewleta tirk û senaryoya Lîwa Skenderon li van herêman dubare bibe û piştre referandomeke şeklî çêbe û ew herêm tev li xaka Tirkiyê bibin.

Razîkirina fînanskarê tirk

Rojnamegerê sûrî Mistefa Ebdî li ser şerê di navbera çeteyan de wiha got: “Şerê di navbera komên çekdar ên dewleta Tirk de girêdayî xwesteka her komekê ye ku serweriya xwe ber bi herêmên komên din ve xurttir bikin da ku dewleta tirk razî bikin û xwe xuya bikin ku ew bi hêz in da ku baweriyê wergirin. Ew yek girêdayî şerê di navbera van koman de li ser dizîna mal û milkên welatiyan e.”

Ebdî wiha domand: “Hemû bajarên dewleta Tirk dagir kirine qada şerê van koman in. Efrîn navenda şer e, ji ber ku di nava koman de pareçkirî ye. Di esil de ev kom li ser parçebûn û hevalbendiyên nakokiyên berê û tolên navbera wan de hatine avakirin. Ev nakokî û şer girêdayî xwesteka her komekê ya kontrolkirina li ser rûberên din e ku serweriya xwe xurttir bikin.”

Herêmên ewle bo serçeteyên DAIŞ’ê

Têkildarî hêrsa gel li van herêman Mistefa Ebdî wiha pê de çû: “Li hember tevliheviya ewlehî, alozî, tunebûna îstîqrarê û pevçûnên mayinde di nava van çeteyan de, revandina welatiyan, ferzkirina bacan û danîna bendên kontrolê li hemû rêyan, avakirina nuqteyên leşkerî di nava taxan de, sûîqastkirin û binpkirinên van milîsan, gel bi hêrs e.”

Mistefa Ebdî wiha dawî li gotina xwe anî: “Ev ne herêmên ewle yên mirovan in, lê herêmên ewle ji bo serçeteyên DAIŞ’ê, terorîstan bi giştî yên Artêşa Nîştimanî yên Sûriyê ne. Bi ewle ne, lê ne ji bo welatiyan, lê ji bo bazirganên çek, hişbir û mirovan in.”

Çavkanî: ANHA