10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Nagihan Akarsel birin gundê lê çêbûye

Cenazeyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel li navenda Cîhanbeyliyê bi tililî û dirûşman hat pêşwazîkirin. Piştre jî cenaze di ketina gund de ji hêla bi sedan kesan ve bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin.

Cenazeyê Akarsel îro danê sibehê anîn Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Malbata Akarsel, piştî kar û barên otopsiyê cenaze wergirt û anîn gundê Golyazî (Xelîkan) ê Cîhanbeylî ya Konyayê ku li wir cenazeyê wê bispêrin axa pîroz a da û dapîran, bav û bapîran.

Hêjayî gotinê ye ku endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrîşeke sûîqestê de hatibû qetilkirin.