3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê guhertina demografîk

Dewleta tirk li gundê Kefer Rûmê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê mêtingehek nû ji bo malbatên çeteyan çêkir. Li nêzî heman gundî jî mêtingeheke din tê çêkirin.

Dewleta tirk û çeteyên xwe sûc û binpêkirinên li dijî niştecihên Efrînê, xweza û cihên wê yên dîrokî didomînin.

Li gorî agahiyên ku ANHA’yê ji çavkaniyên xwecihî bi dest xistine, dewleta dagirker di çarçoveya guhertina demografîk de li gundê Kefer Rûmê yê girêdayî navçeya Şerayê mêtingeheke nû çêkiriye.

Mêtingeha nû ji 50 avahiyên 4 qatî pêk tê. Dê malbatên çeteyên ku şandine welatên din, li wê mêtingehê werin bicihkirin.

Dewleta tirk li nêzî gund jî mêtingeheke nû çêdike. Ew mêtingeh jî ji 200 avahiyan pêk tê.