5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berhema Mehmet Afşar ‘Stranên Kurda’ der çû

Muzisyenê kurd Mehmet Afşar li ser stranên kurdî pirtûka bi navê ‘Stranên Kurda- Bi gotin û Nota’ pirtûkek derxist. Pirtûk bi stranên zaravayê kurmancî pêk tê. Stranên Kurda- Bi gotin û Nota ji gelek stranên kurdî-kurmancî di nav de hatiye amadekirin.

Mehmet Afşar stranên ku di pirtûkê de cih danê li gel gotinên wan bi notayên wan stranan jî ristine û pêşkêşî muzîkhezên ku bixwazin ji wan sûd werbigirin re berhem weke çavkaniyeke çapbar (matbû) kiriye. Bi vî awayî nivîskar Mehmet Afşar xizmeteke girîng ji bo muzîka kurdî kiriye ku li rex ên di vî warî hatine weşandin weke berhemeke hewce di ferhenga muzîka kurdî de bi cih kiriye. Niha Stranên Kurda- Bi gotin û Nota, berhemeke hêja ye, di destê muzîkhez, lêkolînerên muzîkê û xebatkarên bi stran, nota û awayê cihêreng li ser muzîka kurdî dixebitin de.

Mehmet Afşar mebesta pirtûkê wiha diderbire: “ Armanca nivîsandina vê pirtûka ku di destên we de ye, li herêmên ku zaravayê kurmancî lê tê axaftin; notakirin, belgekirina stranên ku di demên cuda cuda de hatine tomarkirin e. Tevî armanca navborî; ev berhem, hewwl dide ji bo kes û komên ku dixwazin muzîka kurdî çêbikin, xwe bigihînin notayên stranên kurdî. Her wiha ev pirtûk daneyek e ku ji bo xebatên  muzîkolojî an etnomuzîkolojiyê yên li ser muzîka kurdî jî tên hesibandin.

Afşar muzîkê her wiha bi amûra wê berhema xwe wiha bi xwînerên xwe re dide nasandin: “Muzîk di nava nifşan de wekî pirekê ye ku çandê radigihîne û vediguhêze nifşên piştî xwe. Bi muzîkê re adîdiyeta çandî çêdibe û ew muzîk li gorî mercênjiyana ku muzîk lê hatî çêkirin, teşe digre. Ji ber têkiliya wê ya xurt a bi nasnameya çandî re, ew muzîk, wekî muzîka gelên li wir dijîn tê binavkirin. Nasname û muzîk dikevin nava hev û ev her du diyardeyên çandî bi hev re tên bibîrxistin. Dikare were gotin ku stranên bi kurdî hatine çêkirin, li ser erdnîgariya ku bi gelên din re dijîn, hem bandor li muzîka gelên din re (ereb, suryan, ermen û hwd.) bi hev re dijîn, hem bandor li muzîkawan gelan kiriye hem jî ji wan bandor girtiye.

Jixwe Mehmet Afşar muzîsyen e. Di qada xwe de gelek xebat pêk anîne. Yanî xerîbê vê qadê nîn e ku karibûye bi îdayên li jor derpêş bike û berhema xwe ji bo van îdayan hem pêşkêşî ferhengaa muzîka kurdî hem jî kesên di vê qadê de dixebitin, sûd werdigirin kiriye.

Mehmet Afşar di qada muzîkê de jî gelek berhem dane. Weke klîp û stran ev berhemên wî di Kom Muzîk’ê de hatine weşandin. Berhemên ku hatine weşandin ev in; Îro Ji Derba Xencerê, Xewn, Destê Te Dûr e,Qanê, Her Bi Yellah, Seqem, Sterka Te, Berî Berfê, Qîrîna Baranê, Pirs.

Berhema Mehmet Afşar di weşanxaneya Payîz de hatiye weşandin. Ji bo xwînerên xwe amade ye.